Pêşmerge hewldana êrişa DAÎŞ'ê têkbir

Li gorî zanyariyan nêzîkî nahyeya Eyaziye ya Eniya Rojavayê Dîcleyê komeke milîtanên DAIŞ'ê hewl dan ku êrîşê Hêzên Pêşmerge bikin. Hate ragihandin ku li ser bersivdayîna Pêşmerge êrişa DAIŞ'ê hat şkandin.
28.08.2017, Pts - 10:40
Pêşmerge hewldana êrişa DAÎŞ'ê têkbir
Nuçe Belav bike

Fermandarê Hêzên Jîngehê yê Duhokê Kamil Herkî ragihand ku şeva borî milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê ji sînorê nahyeya Eyaziyê ve êrîş birine ser çeperên wan lê pêşmergeyan bi tundî bersiv dane û êrîş têkbirine.

Kamil Herkî da zanîn ku di dema pevçûnan de encamê de 4 milîtan hatine kuştin û yekê jî xwe teqandiye. Herwiha 12 milîtan jî ji aliyê pêşmergeyan ve dîl hatine girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1118 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:57:46