Pêşmerge Koordînat da; balafirên Koalîsyonê lêxist

Balafirên şer yên Hêzên Koalîsyonê li Rojavayê Kerkûkê li çekdarên DAIŞê dan û çend çekdar kuştin.
22.07.2017, Cts - 09:27
Pêşmerge Koordînat da; balafirên Koalîsyonê lêxist
Nuçe Belav bike

Fermandariya Hêzên Pêşmerge li Rojavayê Kerkûkê di daxuyaniyekê de ragihandiye, şeva borî balafirên şer yên hêzên Hevpeyman li gundên Etşane û Rubêze yên Hewîcê dan û du navendên DAIŞê wêran kirin, di wê êrişê de komek çekdar hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku tîma îstixbaratê ya Pêşmerge agahî li ser navend û çeperên DAIŞê dabûn hêzên hevpeyman wan jî ew der bordûman kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1438 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:34:44