Pêşmergeyên şehîd piştî 3 salan hat dîtin

Cenazeyê 3 pêşmergeyan di goreke bi kom ku, berî sê salan di encama êrîşekî DAIŞê de li navçeya Keskê şehîd ketibûn hate dîtin.
07.09.2017, Per - 06:28
Pêşmergeyên şehîd piştî 3 salan hat dîtin
Nuçe Belav bike

Cîgirê fermandeyê Dihokê yên Hêzên Pêşmerge Omer Mihemed re ragehand ku, Çarşemê 6.09.2017 di encama tîmekî taybet a pişkinînê termê sê pêşmergeyên şehîd(Raid Sefer Sikorkî, Raid Luqman Koremarekî û Dilşad Herkî) li gorekî bi kom deli navçeya Keskê hate dîtin.

Herwiha wî fermandeyî amaje bi wê yekê jî kir ku, ew her 3 pêşmerge di roja 2.08.2014 de dema ku, çekdarên DAIŞê êrîşî serbazgeha Keskê kiribûn şehîdbibûn, piştî demekê ew navçe ji aliyê çekdaran ve hate dagîrkirin niha jî piştî rizgarkirina wê navçeyê termê wan şehîdan hete dîtin.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1356 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:52:05