PWK: Em Dewleta Terorist a Îranê Rûreş Dîkin

Sûpaya Pasdaran a Dewleta Îranê, bi ji 10an zêdetir fuzeyên balîstîk êrîş bir ser Hewlêrê.
16.01.2024, Sal - 09:33
PWK: Em Dewleta Terorist a Îranê Rûreş Dîkin
Nuçe Belav bike

Sûpaya Pasdaran a Dewleta Îranê, bi ji 10an zêdetir fuzeyên balîstîk êrîş bir ser Hewlêrê.

5 ji van fuzeyên balîstîk mala karsazê Kurd Pêşrew Dîzayî hedef girt û Pêşrew Dîzayî û keça xwe jî di nav de, di encama van êrîşan de 5 sivîl şehîd ketin, 17 sivîl jî birîndar bûn.

Gelek xanîyên xelkên sivîl zerareke mezin dîtin.

Ev êrîşa tetorîstî ya Sûpayê Pasdaran yekser xelxê sivîl ên Hewlêrê û Balafirgeha Hewlêrê ji xwe re kirîye armanc.

Ev êrîşa dijminane ya Dewleta Terorist a Îranê, nîşana dijminatîya gelê Kurdîstanê ye.

Em bangî Dewleta Iraqê û Netewên Yekbûyî dikin da ku, li himberî van êrîşên hovane dengê xwe bilind bikin, ji Dewleta Terorist a Îranê hesab bipirsin û rê li ber êrîşên terorîstî yên Dewleta Îranê bigrin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:00:29