PWK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera êrişên li ser baregehên PDK û YNKê li Hewlêrê di roja 1ê Sibata 2004an, daxuyaniyek belav kir û ew êriş şermezar kir.
01.02.2024, Per - 07:04
PWK: Em Komkujîya Li Hewlerê ya 1ê Sibata 2004an Rûreş Dikin
Nuçe Belav bike

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera êrişên bi xwîn ên 1ê Sibatê ku avahiyên PDK û YNKê yên Hewlêrê kirin hedef û di encamê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Daxuyaniya Partîya Welatparêzên Kurdistanê wiha ye:

Di 1ê Sibata 2004an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve êrîş pêk hat û di encama êrîşê de ji zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan û 200 kesên ji wan jî brîndar bûbûn.

Roja 1ê Sibatê li Hewlêrê di encama êrîşên li ser avahiyên PDK û YNKyê de berpirsên bilind yên her du partîyan jiyana xwe ji dest dan û brîndar bûbûn.

Êrîş di dema pîrozbahîyên cejnê de hatîbûn kirin û di nav kesên şehîd ketine de endamên Polîtburoya PDKyê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî ya PDKyê Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Serokê Yekitîya Nivîskarên Kurdistanê yê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK yê Hewlêrê Şaxewan Abbad û gelek berpirsên YNKyê jiyana xwe ji dest dabûn.

Em di 20emîn salvegera komkujîya 1ê Sibatê de, qatil û piştgirên vê komkujîyê rûreş dikin, şehîdên vê êrîşê û hemû şehîdên Kurdistanê bigiramî bibîr tînin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:13:27