Qûbad Talabanî soz da malbatên şehîdan

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Facebookê derbarê xizm û malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî de biryarên hikûmetê eşkere kir.
01.03.2017, Çar - 17:55
Qûbad Talabanî soz da malbatên şehîdan
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî got; “Ji vir û pê de dê meaşên malbat û warisên şehîdan di dema xwe de û bêyî ku ti kêmkirinek bê dayîn.”

Qûbad Talabanî li ser navnîşana xwe ya tora civakî ya Facebookê derbarê xizm û malbatên şehîdan, enfalkiriyan û girtiyên siyasî de biryarên hikûmetê eşkere kir.

Cîgirê Serokwezîr ragihand; “Ji vir û pê de dê meaşên malbat û warisên şehîdan di dema xwe de û bêyî ku ti kêmkirinek bê dayîn. Herwiha dê erd bidin malbatên şehîdan, enfalkiriyan û zîndaniyên siyasî ku heta niha ji vê xizmetê sûdmend nebûne.”

Roja Sêşemê (28-02-2017) Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî serdana hermiyana Silêmaniyê kir û ligel malbat û xizmên şehîd û enfalkirina civiya.

Di civînê de Talabanî soz da meaşên xizmên şehîdan di dema xwe bên parvekirin.

Sekreterê Rojnamevanî yê Cîgirê Serokwezîr Semîr Hewramî ji Rûdawê re ragihand, ku Talabanî di civînê de soz kar jî daye malbatên şehîdan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1458 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:45:10