Qeter: Seferên me yên esmanî li Kurdistanê berdevam in

Qeterê ragihand ku, heya astengiyek tune be, geştên me yên li Kurdistana Başûr bajarê Hewlêr wê berdevam bike.
28.09.2017, Per - 07:04
Qeter: Seferên me yên esmanî li Kurdistanê berdevam in
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Qeterê QNAyê di nûçeyeke xwe de ragihand ku Serokê Rêveberiya Giştî yê kompaniya Rêhewaya Qeterê Ekber el Bakir da xuyakirin ku dê seferên wan ên Hewlêrê berdewam bikin.

Bakir destnîşan kir û got, "Rêhewaya Qeterê heta ku qada hewayî neyê girtin û astengiyên wekî ewlekirya firînê çênebin, dê seferên xwe yên bo Hewlêrê berdewam bike."

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî 26ê Îlonê piştî encamdana referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku wan 3 roj mohlet daye Herêma Kurdistanê daku deriyên sînorî û firokxaneyan radestî Iraqê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1522 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:05