Qeymeqamê Mexmûrê: PKKê li Mexmûrê baregeheke leşkerî ava kiriye

Li navçeya Şingalê hêj pirsgirêkên derbarê hebûna PKKê de berdewam dikin û ji aliyê din ve tê diyarkirin ku li devera bajaroka Mexmûrê baregeheke leşkerî ava kiriye. Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji bo Sputnikê diyar kir ku PKKê li çiyayê Qerçûxê yê nêzîkî Mexmûrê baregeha leşkerî ava kiriye û li Mexmûrê jî hebûna xwe ya leşkerî zêde kiriye.
14.03.2017, Sal - 12:00
Qeymeqamê Mexmûrê: PKKê li Mexmûrê baregeheke leşkerî ava kiriye
Nuçe Belav bike

Li navçeya Şingalê hêj pirsgirêkên derbarê hebûna PKKê de berdewam dikin û ji aliyê din ve tê diyarkirin ku li devera bajaroka Mexmûrê ya di nava sînorên Herêma Kurdistanê de baregeheke leşkerî ava kiriye. Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji bo Sputnikê diyar kir ku PKKê li çiyayê Qerçûxê yê nêzîkî Mexmûrê baregeha leşkerî ava kiriye û li Mexmûrê jî hebûna xwe ya leşkerî zêde kiriye.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên pêbawer ên herêmê hatin bidestxistin PKKê Çiyayê Qereçûxê yê li derdora Kampa Penaberan a Mexmûrê veguherandiye biryargeha leşkerî. Her wiha tê îdiakirin ku PKKê di nava 2 salên dawiyê de bi hêzên ewlehî û polîs ên ewlehiya kampê avahiyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bi kar aniye.

Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji bo Sputnikê diyar kir ku PKKê li Çiyayê Qereçûxê yê nêzîkî Mexmûrê baregeheke leşkerî ava kiriye û wisa axivî: "PKK berê jî li Mexmûrê hebû. Niha li Mexmûrê hêzên xwe zêde kirine. Gerîlayên PKKê 2 sal berê, gava DAIŞê êrîş birin ser kampa Mexmûrê ji bo parastina sivîlan hatibûn Mexmûrê. Piştî ku DAIŞ ji Mexmûrê hat derxistin, PKK li wir ma."

Mihemed di axaftina xwe de îdia kir ku PKKê li Çiyayê Qereçûxê yê nêzîkî Mexmûrê û di nava kampa Mexmûrê de hêzên xwe yên leşkerî zêde kirine û got, "Bi awayekî eşkere ez nizanim li Mexmûrê çend gerîlayên PKKê hene. Kesên di nava kampê de vê agahiyê dizanin. Ji bo ku PKK ji kampa Mexmûrê derkeve heta niha peymaneke tifaqê nehatiye danîn. Me ti encam negirt."

Qeymeqam Rizgar Mihemed derbirî ku êdî ne pêwîst e PKK li kampeke sivîl bimîne û wisa berdewam kir: "Ji ber ku DAIŞ êdî dûrê navçeyê (Mexmûrê) ye. Rewşa Mexmûrê êdî normal bûye. Ne hewce ye hêzên bi çek di nava sivîlan de bin. Li Mexmûrê 2 hezar û 700 malbat hene. Bi tevahî 12 hezar mirov li kampê dijîn."

Mihemed Rizgar dest nîşan kir ku li derdora kampa Mexmûrê hêzên Pêşmerge jî û got, "Hêzên Pêşmerge ji bo parastina Mexmûrê li derdora Mexmûrê ne. DAIŞê beriya 2 salan êrîş biribû ser Mexmûrê. Li derdora Mexmûrê xendek û şûnên leşkerî yên hêzên Pêşmerge hene. Mexmûrê û derdora wê diparêzin."

Qeymeqamê Mexmûrê bal kişand ser ku DAIŞ 18 kîlomitroyan dûrê Mexmûrê ye û got ji bo parastina Mexmûrê hêzêke Pêşmerge ya baş heye.

Kampa Mexmûrê piştî ku kurdên li Tirkiyeyê di sala 1992yan de koçî Herêma Kurdistanê kirin û li herêma Ertoşê bi cih bûn û di sala 1998an de ji wir jî derbasî Mexmûrê bûn, hatibû avakirin. Kamp di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikûmeta Iraqê ya wê serdemê de hatibû avakirin. Navçeya Mexmûrê ya girêdayî Mûsilê piştî êrîşên DAIŞê ketibû bin kontrola Pêşmerge bûbû.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1327 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:13:01