Qubad Talebanî: Biryara gelê me ji ya dost û dijminan giringtir e

Cigirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got: “Giştpirsiya Başûrê Kurdistanê ne ji bo partiyeke siyasî û ne ji bo hikûmetekê ye. Ne li djî welatekî ye jî. Tenê bi civaka Kurdistanê ve eleqeder e.”
16.06.2017, Cum - 14:01
Qubad Talebanî: Biryara gelê me ji ya dost û dijminan giringtir e
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, ku ji bo rêze hevdîtinan bi tevê şandekî çû Ewropayê, bersiv da pirsên Rûdawê û behsa hevdîtinên xwe yên ligel rayadarên Yekîtiya Ewropayê, berpirsên Belçîka û Holandayê kir.

Talebanî bi bîrxist, ku liser vexwendina berpirsên Yekîtiya Ewropayê hatine Belçîkayê û paşî derbasî Holandayê bûne û got: “Me di hevdîtinên xwe yên ligel rayadarên Yekîtiya Ewropayê, berpirsên Belçîka û Holandayê de behsa rewşa siyasî û aborî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê kir. Herwiha me behsa helwên Herêma Kurdistanê yên rûbirûbûna terorê jî hatin axaftin.”

Qubat Talebanî diyar kir, ku wan bernameya çaksaziyan a hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkeşî hikûmeta Holandayê kirine û ji bo çawaniya alîkariyên Holandayê danûstandin kirine.

Cîgirê Serokwezîr got: “Hinek daxwaziyên me yên zelal hebûn. Me ji wan re got, em hevpeymanê şerê DAIŞÊ ne. eger tenê bi rêya leşkerî li vî şerî bnêrin serkeftî nabin. Ji bo têkbirina hêzeke wiha pêwîstî bi hemahengiya siyasî, geşedana aborî û bihêzkirina şiyanên hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê heye. Ev daxwaziya me ya yekemîn bû. Ji aliyê aborî ve me ji hikûmetên Belçîka û Holandayê, herwija ji berpirsên Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir, ku di cîbicîkirina çaksaziyan de alîkariyê bidin hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Talebanî eşkere kir, ku bi tevê şer, krîza darayî û hebûna hejmareke zêde ya koçberan, berpirsên ewropî li hember karên çaksazî hikûmeta Herêma Kurdistanê mat mane û diyar kir, ku dê Ewropa jî bikare di pêngavên din de hevkariya wan bike.

Derbarê giştpirsiya Başûrê Kurdistanê de Qubad Talebanî eşkere kir, ku di piraniya civînan de behsa mijara serxwebûn û giştpirsiyê kirine û got: “Me ji wan re zelal kirk a giştpirsiya me ji bo çi ye. Giştpirsî di rêya serxwebûnê de pêngaveke giring e. Ev giştpirsî ji bo zanîna raya gel e. Me ji wan re got, giştpirsiya me ne mîna ya Brîtanyayê ye, ku dema biryar bidin û ev biryar di destûrê de çalak bibe, roja din rabin alên Iraqê bînin xwarê û tenê yên Kurdistanê bimînin. Ev proseyeke tendurust û demokratîk e. Derbarê çawanî û dema giştpirsiyê de pirsên wan hebûn, me jî bersiv da.”

Li ser pirsa: “Gelo dê ev welat dê pişrgiriyê bidin giştpirsiya Herêma Kurdistanê?” Qubad Talebanî wiha bersiv da:

“Beriya ku em reya welatan werbigrin, di vê mijarê de reya gelê me ji hemû tiştekî giringtir e. ji ber ku em vê yekê ji bo gelê xwe dikin, ne ji bo partiyeke siyasî û hikûmetekê ye. Ne ji bo xatirê welatekî û li dijî welatekî ye. Ji ber ku ev mijar bi civaka Kurdistanê ve eleqeder e. Bi hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê û hemû dezgehên Herêma Kurdistanê ve eleqeder e. Lewma wergirtina biryar û reya gelê me, ji wergirtina reya dost û dijminan giringtir e.”

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:22:49