Qubad Talebanî derbarê êrişa li Silêmaniyê daxuyanî da

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî êrişa dronî ya li Slêmaniyê ku 2 rojnamegeran tê de canê xwe ji dest da şermezar kir û got, “Binpêkirin bûne gef li ser jiyana welatiyan.”
24.08.2024, Cts - 09:59
Qubad Talebanî derbarê êrişa li Silêmaniyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Tirkiyeyê li herêma Seyidsadiqê ya Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir.

Di encama wê bombebaranê de 2 rojnamegerên STÊRK TVyê canê xwe ji dest da û 6 rojnameger jî birîndar bûn.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Qubad Talebanî got, “Qurbaniyên êrîşa dronî ya li nêzîkî navçeya Seyîdsadiqê du rojnamegerên jin bûn, ne endamên hêzeke çekdar bûn ku bibe metirsî li ser ewlehî û aramiya ti welatî û ti herêmê.”

Her wiha Qubad Talebanî ev êriş şermezar kir û got:

“Kuştina van her du rojnamegeran li dijî hemû qanûn û adetên navneteweyî tawaneke ne rewa ye û em wê bi tundî şermezar dikin.

Herwiha binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê ye

Em careke din bang li hikûmeta federal û civaka navneteweyî dikin ku sînorekî ji van binpêkirinên ku bûne metirsiyeke mezin li ser jiyana sivîlên Herêma Kurdistanê deynin.

Bi vê minasebetê sersaxiyê ji malbatên her du rojnamegerên şehîd re dixwazim û ji birîndaran re jî şîfayê dixwazim.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 196 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:55:31