Qubad Talebanî: Di çaksaziya îdarî de berdewam bin

"Yek ji karên pêşîn ên hikûmetê nehiştina rutîn e."
01.08.2022, Pts - 14:30
Qubad Talebanî: Di çaksaziya îdarî de berdewam bin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civînekê de ligel Serokatiya Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran û Fermangehan, ragihand: “Di çaksaziya îdarî de berdewam bin ji bo baştir xizmetkirina welatiyan.”

Li gor daxuyaniya Ofîsa Cîgirê Serokwezîr, îro Qubad Talebanî ligel Serokatiya Dîwana Serokatiya Encûmena Wezîran û fermangehên ser bi dîwanê, civiya û daxwaz kir, di çaksaziya îdarî de berdewam bin ji bo baştir xizmetkirina welatiyan.

Qubad Talebanî diyar kir, pêwîstiya sîstema karkirina ligel saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi çaksaziya berdewam heye. Talebanî tekez jî kir ku "yek ji karên pêşîn ên hikûmetê nehiştina rutîn e li saziyan".

Talebanî eşkere kir, Serokê Dîwanê û Serokê Fermangeh û Rêveberiyan Omêd Sebah di civînê de têbînî û pêşniyarên xwe pêşkêş kirine ji bo çareserkirina wan kêşeyên ku rûbirû dibin û bi hev re plana çareserkirina wan amade kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 495 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:01:19