Qubad Talebanî: Me bi Hakan Fîdan re behsa pirsa Balafirgeha Silêmaniyê kir

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Hewlêrê civiyan.
25.08.2023, Cum - 05:52
Qubad Talebanî: Me bi Hakan Fîdan re behsa pirsa Balafirgeha Silêmaniyê kir
Nuçe Belav bike

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand ku wî û Hakan Fîdan pirsa Balafirgeha Silêmaniyê gotûbêj kir.

Alîkarê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Daban Şedla û Alîkarê Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Herêma Kurdistanê Ehmed Muftî jî di civînê de amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, di civînê de peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiye û herwiha pirsa Balafirgeha Silêmaniyê hat gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî li ser giringiya bihêzkirina têkiliyan di warên cuda de bi taybetî di warê bazirganiyê de hemfikir bûn.

"Pişka herêmê ji bûdceyê nehatiye çareserkirin"

Qubad Talebanî bal kişand ser mijara budceyê got:

Tevî qebûlkirina yasaya budceyê pirsa şandina pişka herêmê ji budceyê nehatiye çareserkirin.

Cudabûn û nebûna yekrêziya aliyên Kurdistanî bandorê li çaresernekirina pirsgirkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de dike, bi taybetî di mijara bûdceyê de.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 638 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:52