Qubad Talebanî: YNK û PDK bi yekrêziyê rûbirûyî kêşeyan bûne

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê: Me kariye hikûmetê ji pilanan biparêzin û ji nakokiyên partiyan dûr bixin.
01.11.2022, Sal - 12:57
Qubad Talebanî: YNK û PDK bi yekrêziyê rûbirûyî kêşeyan bûne
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dibêje, wan kariye Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji planan biparêzin û ji nakokiyên partiyan jî dûr bixin. Got jî, wan tekezî li ser çaksaziyên rîşeyî kirine û gavên çaksazîyê bilez kirine. Her wiha tekez kir: “YNK û PDK bi yekrêzî rûbirûyî pirsgirêkan bûne.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û Nûnera Taybet a Netewên Yekgirtî ji bo Iraqê Jenine blaschart di dîdara MERI de beşdarî paneleke li ser Hikumranî û Reforum li Iraq Herêma Kurdistanê bûn.

Di panelê de, Qubad Talebanî behsa bernameya çaksaziyê ya Kabîneya Nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo karkirin û pêkanîna çaksaziyan, pêwîstiya wê bi jîngeheke guncaw heye. Tekezî li ser çaksaziya rîşeyî kir û got, wan proseya çaksaziyê bileztir kiriye. Qubad Talebanî got: “Kabîneya Nehan ji destpêka destbikarbûna xwe ve, bîr li zêdekirina dahatan û kêmkirina xerciyan kiriye.”

Di berdewamiya axaftinên xwe de, Qubad Talebanî behsa pilanên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rûbirûyê birîna bûdce û şerê li dijî terorê bûye. Eger Bexdayê bûdceya Herêma Kurdistanê qut nekiriba, çaksazî dê wek berê bihatana kirin. Tekez kir jî, wan kariye hikûmetê ji pilanan biparêzin ji nakokiyên partiyan dûr bixin.

Di derbarê pêwendiyên di navbera YNK û PDKê de jî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got, YNK û PDK di hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar in û di dema borî de jî bi hev re rûbirûyê kêşeyan bûne.

Qubad Talebanî di wê baweriyê de ye ku divê çaksazî di nava partiyan de jî bên kirin û got: “Li Herêma Kurdistanê ti kes behsa çaksaziya di nav partiyan siyasî de nake.”

Gendeliys li Iraqê û nebûna xizmetguzariyan li hin parêzgehên başûr û rojavayê Iraqê, yek ji mijaran bûn ku di panelê de hatin gotûbêjkirin û Qubad Talebanî got ku bi milyaran dolar di warê elektrîk û ava Iraqê de hatine xerckirin û ev 17 sal in Iraq nebûye xwedî elektrîk 24 demjimêran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:51:02