Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir: Kuştî û birîndar hene

Li Hewlêrê û derdora wê li pey hev dengê çend teqînan hat bihîstin.
16.01.2024, Sal - 07:52
 Îranê bi mûşekan êrişî Hewlêrê kir: Kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên destpêkê kuştî û birîndar hene.

Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya êrişa li Hewlêrê girt ser xwe û eşkere kir ku êrîş bi mûşekên balîstîk hatiye kirin.

Li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, û li navçeyên Pîrzîn û Bineslawayê yên Hewlêrê îşev dengê çend teqînên bihêz hat bihîstin.

Li gorî agahiyên çavkaniyan, bi gelek mûşek û dronan êrişî Konsulxaneya Amarîkayê ya Herwlêrê û baregeha hêzên hevpeymanî hatiye kirin.

Hinek welatiyan ragihand ku zêdetirî 10 caran dengên teqînan bihîstine.

Li aliyê din Supaya Pasdarên Îranê ragihandin ku êrişên li Hewlêrê ji aliyê wan ve pêk hatiye.

Çavkaniyên ewlehiyê diyar kir ku êriş tenê ji yek alî ve nehatine kirin û ji gelek aliyan ve hatine encamdan.

Piştî êrişan, li Konsulxaneya Amerîkayê dengê sîrenan hat bihîstin.

Piştî van teqînan Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan ev êriş encam dane.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan wekî “bersiveke sûcên terorîstên dijminên Îranê” ev êriş kirine.

Supaya Pasdaran herwiha ragihand ku wan ev êriş bi mûşekan kirine.

Kuştî Birîndar hene

Nûçegihanê Rûdawê Sîdad Leşkerî li nêzîkî Mala Omerê agahiyên nû ragihand.

Leşkerî da zanîn ku zêdetirî 4 mûşekan bi mala bazirganekî Hewlêrî yê bi navê Pêşrew Dzeyî ketin.

Herwiha peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku 3 ambulansên hatine cihê bûyerê birîndaran veguhastin nexweşxaneyê.

Li aliyê din nûçegihanî Rûdawê Ferhad Dolemerî jî da zanîn di encama êrişan de 4 kesan canê xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên berdest herê kêm 6 kes jî birîndar bûne.

Di êrişa mûşekî ya Îranê de karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî û keça wî ya hîn nebûy yek salî û mêvanê wî karsazekî ji Bexdayê canê xwe ji dest da.

Supaya Pasdaran a Îranê got ku wan navendek ji bo "pêşxistin û plansazkirina çalakiyên Îstixbaratî" kir armanc lê hat ragihandin ku mala karsaz êşrew Dizeyî kiriye armanc.

Yekem daxuyaniya parêzgarê Hewlêrê

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw piştî êrişan got, “Hewlêr naheje, nalerize û natirse.”

Umed Xoşnaw herwiha da zanîn ku ew dê piştî zelalbûnê hejmara qurbaniyan eşkere bikin.

Parêzgarê Hewlêrê herwiha êrişan îşev wekî êrişên terorîstî pênase kir û got, “Ev karekî terorîstî û nemirovî ya li dijî Hewlêrê ye.” Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Êrişî sivîlan hat kirin

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek derbarê êrişa Îranê li Hewlêrê de belav kir û tê de diyar kir ku Îranê sivîl bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniyê Supaya Pasdaran a Îranê îşev saet demjimêr 23:30an bi çend mûşekên balistîk êrişî çend deverên sivîl ên Hewlêrê kir.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wekî binpêkirina serweriya Herêma Kurdistanê û Îraqê pênase kir û got:

“Pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got, “Li gorî amarên destpêkê, 4 welatiyên sivîl şehîd bûne û 6 welatiyên din jî birîndar bûne ku rewşa wan giran e.”

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn:

“Supaya Pasdaran ragihand ku ev êrîş li ser çend bingehên komên mixalefeta Îranê bûye.

Mixabin her dem bi hincetên bêbingeh ji bo êrişkirina Hewlêrê digirin û Hewlêr jî weke herêmeke aram ti carî nebûye cihê metirsiyê li ser ti aliyekî.”

Di heman demê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got:

“Ev yek binpêkirina eşkere ya serweriya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye û pêwîst e hikûmeta federal û civaka navdewletî li hember vê tawanê bêdeng nemînin.”

Pentagonê têkildarî êrişa Îranê daxuyanî da Rûdawê

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ji ajansaRûdawê re ragihand ku haya wan ji êrişên Supas Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê heye.

Li aliyê din du berpirsên Amerîkayî got ku ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne armanc.

Her du berpirsên Amarîkayî bi şertê ku navê wan neyê eşkerekirin ji Reuterê re axivîn.

Çavkaniyan diyar kir ku di êrişên mûşekî de, zerer ti baregehên Amerîkayê yên li Hewlêrê nebûne.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê jî bi rêya maîlê bersiva pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurda da.

Pentagon ragihand ku haya wan ji êrişên mûşekî yên Supas Pasdaran a Îranê yên Hewlêrê heye lê zanyariyên berfireh di destê wan de nîne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:01:45