Raporteke Brîtanî: Destê Tirkiyê di Jenosîda Kurdên Ezdî de hebû

Hejmarek parêzerên diyar ên Brîtanî ku di warê mafên mirov de kar dikin, di lêkolînekê de eşkere kirine ku destê Tirkiyê di Jenosîda-Komkujiya Kurdên Êzdî de hebû ku bi destê DAIŞê hatiye kirin.
07.07.2022, Per - 13:44
Raporteke Brîtanî: Destê Tirkiyê di Jenosîda Kurdên Ezdî de hebû
Nuçe Belav bike

Hejmarek parêzerên diyar ên Brîtanî ku di warê mafên mirov de kar dikin, di lêkolînekê de eşkere kirine ku destê Tirkiyê di Jenosîda-Komkujiya Kurdên Êzdî de hebû ku bi destê DAIŞê hatiye kirin.

Li gor rojnameya The Guardian a Brîtanî, yek ji wan parêzerên Brîtanî ku beşdarî lêkolînîê bûye Helena Kennedy dibêje, Iraq û Sûriye di astengkirina wan komkujiyên DAIŞê de bo ser Kurdên Êzdî şikestine.

Armanca raporê ew e ku balê bikşîne ser berpirsyariya welatan bo rêgirtin li jenosîdê, herwiha eger ji aliyê aliyekî sêyem wek DAIŞê ve jî hatibe kirin.

Ew parêzer ku di jêr navê “Komîteya Dadê ya Êzdiyan” de civiya ne, dibêjin li gor yasayên navdewletî, welat ji rêgirtina li çêbûna jenosîda ser xelkê berpirs in.

Li gor Rojnameya Brîtanî, Serokê Komîteya Dadê ya Êzdiyan Geoffrey Nice gotiye: “Mekanîzmayên bedrest dikarîn Êzdiyan ji wê xezebê rizgar bikin, ku niha bûye beşek ji paşeroja wan.”

Tişta DAIŞê anî serê Kurdên Êzdî, bi awayekî berfireh wek jenosîdê-Komkujî tê binavkirin. Lêkolîna wan parêzeran bo dema 13 salan li ser 13 welatan hatiye kirin, niha gehiştine wê encamê ku sê welatan erkên xwe cîbicîh nekirine û tedbîrên pêwîst bo rêgirtina li jenosîdê wernegirtine.

Komîteya navborî dibêje, destê serkirdeyên Tirkiyê di komkujiya Kurdên Êzdî de hebûye, ji ber rê li ber çûn û hatina azad a çekdarên DAIŞê li nav sînorên xwe negirtine, ku di nav wan de hejmareke diyar Tirk bûn, berpirsên Tirkiyê jî dibêjin ti bingeha vê yekê nîne.

Komîte behsa wê yekê dike ku berpirsên Tirkiyê çavê xwe li ber firotin, veguhestin û kolekirina jin û zarokên Kurd ên Êzdî girtine û rahênan bi wan çekdaran kirine ku têkilya wan ligel DAIŞê hebû daku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê şerê Kurdan bikin, bi vî awayî jî encamderên jenosîdê bihêz kirine.

Di rapora encama lêkolînê de tê gotin: “Berpirsên Tirkiyê dizanîn an ew belge bi qest paşguh xistibûn ku pêşan didan ew kes wê rahênanê bo pêkanîna karên qedexekirî dijî Êzdiyan bikar tînin.”

Raport amaje bi wê yekê dide ku hejmarek tohmetên wiha arasteyî welatên Kendavê hatine kirin, ji wan jî Qeter, lê belgeyên pêwîst li ser wê yekê nehatine pêşandan.

Raporta 278 rûpelî dibêje ku Iraqê daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiribû bi fermî îtirafê bi tawanên DAIŞê bike, lê ligel wê jî hikûmeta Iraqê bi wê yekî tohmetbar dike ku wek pêwîst bo parastina Êzdiyan di şerê DAIŞê de, hevahengî ligel hêzên Kurdî nekiriye. Li gor raportê hikûmeta Sûriyê jî, di rêgirtina li veguhestin û bikom kuştina jinên Êzdî di nav axa xwe de şikestiye û sernekeftî bûye.

Li gor Guardianê, Balyozê Tirkiyê yê Brîtanyayê Umit Yalçin dibêje, ew rexne “Bê bingeh û ne dadmend in”. Herwiha gotiye Tirkiyê “Ji salên destpêka krîza Sûriyê ve rolekî serekî di parastina xelkê û kêmîneyên Sûriyê de dîtiye, ji wan jî Êzdî, dijî êrîş û binpêkirinên grûpên terorîst. Tirkiyê ne ku tenê deriyê xwe li ber bi milyonan Sûrî û Êzdiyan vekiriye lê bûye stargeheke aram bo wan, bi rêya sê operasyonên dijî terorê xelkê navçeyê parastiye. Îro Êzdî bi aramî li wan navçeyan dijîn ku di bin kontrola opozisyona rewa ya Sûriyê de ne li bakurê rojavayê Sûriyê.”

Ew dîplomatê Tirk îddîa dike ku; “Sala borî hejmareke zêde ya malbatên Êzdî hewara xwe gihandin bakurê rojavayê Sûriyê û hewl dan vegerin malên xwe li bakurê rojhilatê Sûriyê, lê ji aliyê PKK û YPGê ve rê li ber wan hat girtin.”

Helena Kennedy ku bi hev re ligel Endamê Encûmena Lordên Brîtanyayê Lord Alton pêşekiya raporê nivîsiye, dibêje: “Di mijara jenosîda Êzdiyan de, okyanûsek ji derbasbûna ji ceza heye”, Amaje bi wê yekê jî dide ku DAIŞ aliyekî bê dewlet e û nabe li gor yasayên navdewletî lêpirsîn ligel bê kirin. Ew parêzer dibêje, divê ew welatên erkên xwe cîbicîh nekirine bo rêgirtina li jenosîdê, bên cezakirin daku careke din ew tawan dubare nebe

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 664 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:59