Rayedarê PDK'ê: 'Divê em rêya dîyalogê esas bigirin'

Berpirsê rêxistina Silêmanî – Helebcê yê PDKê ragehand, herçend ti demekî diyar ji bo civîna PDK û YNKê nebe jî lê niyeta civînê heye û bendewarî tê kirin di demekî nêzîk de civîn pêkbê.Berpirsê rêxistina Silêmanî – Helebcê yê PDKê Elî Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek PDK gotûbêj û civînên li gel hemû hêz û aliyên siyasî em giring dibinin. Ev civîn ji bo yekdengiya navbera hêz û aliyên siyasî giringin û piştî kongreya PDKê me behsa vê mijarê jî kiriye.’’Herwaha got: ‘’Ji bo civînê dem nediyare, lê di çend rojên pêş de dibe ku civîn pêkbê. Heta naha pêwendiyên berdewam yên me û YNKê heye û civîn ji bo ku hin pirsgirêkên ku hene bi gotûbêjên rojane ve çareser bikin ji bo wê ye. Boykota civînên hikûmetê û helmeta ragehandin xizmet ji rewşê re nake. Divê ew herdu partî li gel yek rûnên û gotûbêjê bikin.’’Elî Husên got: ‘’Eger têbiniyên YNKê li ser hikûmetê hebin, dikarin di civînên hevbeş ên li gel PDKê de behs bikin. Bi heman awayî dibe ku axaftinên PDKê jî hebin û rexneyên PDKê jî dibe ku hebin û ew nêrîn bi civînan dê ji hev nêzîkbûnê jî bixwe re bîne.’’Herwaha got: ‘’Em hevpeymanin û berpirsyartiya hevbeş û erkê giran ê qonaxê li pêş me ye, eger li Bexda jî em cuda bifikirin asayî ye, lê li Kurdistan xalên hevbeş û berpirsyartiya mezin li ser milê me ye. Ya giring ew e dialog ev şerê ragehandine raweste, hevdu sivik kirin ti sûda wê tine. Bi zimanê diyalog dikarin pirsgirêkan çare bikin. Li gor me ev qonaxa neha li Kurdistan û Iraqê heye, pêwîstî bi bêhnfirehiyê heye û ev li hevtêgeheştin tenê ji bo PDKê û YNKê nîne, partiyên derveyî hikûmetê û opozîsyonê jî divê hemû hevbeş bin.’’
21.12.2022, Çar - 11:25
Rayedarê PDK'ê: 'Divê em rêya dîyalogê esas bigirin'
Nuçe Belav bike

Berpirsê rêxistina Silêmanî – Helebcê yê PDKê Elî Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Wek PDK gotûbêj û civînên li gel hemû hêz û aliyên siyasî em giring dibinin. Ev civîn ji bo yekdengiya navbera hêz û aliyên siyasî giringin û piştî kongreya PDKê me behsa vê mijarê jî kiriye.’’

Herwaha got: ‘’Ji bo civînê dem nediyare, lê di çend rojên pêş de dibe ku civîn pêkbê. Heta naha pêwendiyên berdewam yên me û YNKê heye û civîn ji bo ku hin pirsgirêkên ku hene bi gotûbêjên rojane ve çareser bikin ji bo wê ye. Boykota civînên hikûmetê û helmeta ragehandin xizmet ji rewşê re nake. Divê ew herdu partî li gel yek rûnên û gotûbêjê bikin.’’

Elî Husên got: ‘’Eger têbiniyên YNKê li ser hikûmetê hebin, dikarin di civînên hevbeş ên li gel PDKê de behs bikin. Bi heman awayî dibe ku axaftinên PDKê jî hebin û rexneyên PDKê jî dibe ku hebin û ew nêrîn bi civînan dê ji hev nêzîkbûnê jî bixwe re bîne.’’

Herwaha got: ‘’Em hevpeymanin û berpirsyartiya hevbeş û erkê giran ê qonaxê li pêş me ye, eger li Bexda jî em cuda bifikirin asayî ye, lê li Kurdistan xalên hevbeş û berpirsyartiya mezin li ser milê me ye. Ya giring ew e dialog ev şerê ragehandine raweste, hevdu sivik kirin ti sûda wê tine. Bi zimanê diyalog dikarin pirsgirêkan çare bikin. Li gor me ev qonaxa neha li Kurdistan û Iraqê heye, pêwîstî bi bêhnfirehiyê heye û ev li hevtêgeheştin tenê ji bo PDKê û YNKê nîne, partiyên derveyî hikûmetê û opozîsyonê jî divê hemû hevbeş bin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 434 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:00:45