Rejîma İran'ê keçeke din a Kurd a 21 salî li Îranê hat kuştin

Li gor rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, keça Kurd Nigîn Ebdulmelikî berî du heftiyan li Hemedanê di dema xwepêşandaneke nerazîbûnê ya ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatiye kuştin.
24.10.2022, Pts - 10:56
Rejîma İran'ê keçeke din a Kurd a 21 salî li Îranê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Keça Kurd a 21 salî û xwendekara zanîngehê Nigîn Ebdulmelikî, di encama tundiya hêzên ewlehiyê yên Îranê de li bajarê Hemdanê canê xwe ji dest daye.

Keça Kurd Nigîn Ebdulmelikî ya 21 salî ji bajarê Qurwe ya ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ve ye û li bajarê Hemedanê xwendekara zanîngehê bûye.

Hengawê ragihandiye, “roja Çarşembê 12ê Cotmeha 2022an di dema xwepêşandanekê de li Hemedanê hêzên emnî bi batomê li serê Nigîn Ebdulmelikî xistine û ew bi giranî birîndar kirine, û piştî ku vegeriyaye cihê mana xwendekarên zanîngehê, canê xwe ji dest daye.”

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan herwiha ji zarê şahidekî bûyerê ve ragihandiye, “Hêzên Heraset ên Zanîngehê (hêzeke ser bi Îtilaatê li nav zanîngehan e), piştî ku ji mirina Nigîn agahdar bûne, tevî hejmarek hêzên emnî bilez çûne cihê mana xwendekarên wê zanîngehê û gef li xwendekaran kirine. Herwiha her vê şevê, malbata Ebdulmelik ji bajarê Qurweyê vexwendine Hemedanê.”

Heman çavkaniyê diyar kir, “Herastê ligel hêzên emnî gef li xwendekarên agahdarê wê bûyerê û malbata Ebdulmelikî xwarin ku divê bêjin Nigîn bi sedema xwarina masiya di qotiyê de ya dema wê derbas bûye, canê xwe ji dest daye.”

Merasima veşartina termê Nigîn Ebdulmelikî roja Înê 14ê Cotmeha 2022an di bin zexta hêzên ewlekariyê yên Îranê de hat lidarxistin.

Li gor agahiyan, keça Kurd Nigîn Ebdulmelikî xwendekara beşa endazyariya pizîşkî ya zaznîngeha pîşeyî ya Hemedanê bû.

Xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û herwiha grevgirtinan ku piştî bûyera kuştina Jîna Emînî destpê kirine, di roja xwe ya 37an de berdewam in.

Rêxistina Mafên Mirovan a HRANA di amareke xwe de ragihandiye, di xwepêşandanan de heta niha 233 kesan canê xwe ji dest dane ku 32 ji wan zarok û 26 kes jî ji hêzên ewlekariyê ne.

Li aliyekî din, Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê jî dibêje, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 41 kesan canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 642 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:06