Rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê îmzekirin

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û biryar e rêkevtina dawî ya di navbera Bexda û Hewlêr de were îmzekirin.
01.12.2019, Paz - 08:05
Rêkevtina di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê îmzekirin
Nuçe Belav bike

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa, ji Rûdawê re ragihand ku piştî destjikarberdana Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî civînên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo gotûbêjkirina budceya 2020an a Iraqê dê berdewam bin û ti astengek bo çê nabe.

Faris Îsa derbarê serdana şanda Herêma Kurdistanê ya bo Bexdayê jî got ku di dema encamdana serdana wê şandê de ti guhertinek pêk nehatiye û îro Yekşemê (01.12.2019) şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayêû rêkevtina dawî ya di navbera Bexda û Hewlêr de were îmze dikin

Herwiha civîna îmzakirina wê rêkeftinê dê bi serokatiya Wezîrê Darayî yê Îraqê Fûad Hisên birêve biçe.

Li gor zanyariyên Rûdawê, hikûmeta Iraqê gotûbêjan derbarê %14 heya %15 ya beşa Herêma Kurdistanê di bûdceya sala 2020an a Îraqê de dike, lê hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza %17 ya bûdceya fedralî dike.

Li gor rêkevtina di navbera herdu aliyan de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bûye ku rojane 250 hezar bermîlên petrolê bi rêya kompaniya Somo ya Iraqî hinarde bike, lê ev rêkevtin dahata deriyên sînorî li xwe nagire.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 856 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:49:57