Rêveberê Balafirgeha Silêmaniyê tê guhertin

Li gor zanyariyan, biryar e di destpêka Tîrmeha îsal de Rêveberê Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê Tahir Ebdullah bê guhertin.
08.06.2022, Çar - 06:08
Rêveberê Balafirgeha Silêmaniyê tê guhertin
Nuçe Belav bike

Di vê derbarê de Rêveberê Firokexaneya Navdewletiya Silêmaniyê Tahir Ebdullah got: “Tevî ku min nebihîstiye ku ji ber guhertinan dest ji posta xwe bernadim, lê roja 01.07.2022ê ezê xanenişîn bim û kesek din dê li ser kar were destnîşankirin û cihê min dest bi kar bibe.’’

Herwiha Tahir Ebdullah got: "Ev 15 sal in ez rêveberê firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê me, ez çu carî behsa xwe nakim, lê karê me gel nîşan dide û divê gel bi xwe karê me binirxîne, min her tim xwe xizmetkarê bajarê xwe didît."

BasNewsê pêwendî bi parêzgara parêzgeha Helebce Nûşe Nasîh kir, lê Nûşe Nasih amade nebû qise bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 640 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:25:32