Rêveberê tenduristiya Silêmaniyê: Kolêra roj bi roj zêdetir belav dibe

Rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê ragehand, amara nexweşiya Kolêrayê li Silêmaniyê roj bi roj bilind dibe.
23.06.2022, Per - 11:25
Rêveberê tenduristiya Silêmaniyê: Kolêra roj bi roj zêdetir belav dibe
Nuçe Belav bike

Rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê, dr. Sebah Hewramî ji BasNewsê re got, mixabin zêdebarî tedbîrên tund yên tenduristiyê lê dîsa jî nexweşiya Kolêrayê li Silêmaniyê roj bi roj zêdetir belav dibe.

Dr. Sebah Hewramî her wiha got, heta niha 56 pêketiyên Kolêrayê hatine tomarkirin û zêdetirî 10 hezar kes jî bi îshal û vereşiyanê ketine.

Rêveberê giştî yê tenduristiya Silêmaniyê li ser mirina çend nexweşan jî got, yên ku canê xwe ji dest dane hîn nehatiye piştrastkirin ku bi nexweşiya Kolêrayê mirine yan na. Lê em welatiyan hişyar dikin û ji wan re dibêjin, kî îshal bû û vereşiya bila yekser serdana nexweşxan û navendên tenduristiyê bike.

Dr. Sebah Hewramî behsa rola serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî kir û got, serokê hikûmetê di rûbirûbûna Kolêrayê de rolek baş lîstiye. Ji xwe heta niha 800 milyon dînar bo vê yekê terxan kiriye.

Nerina Azad. Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:32:42