Rêveberiya Deriyê Perwêzxan: Derî li ber bazirganiyê vekiriye

Li du deriyên navdewletî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, îro rêya bazirganî ji ber cejnê hatiye girtin, lê Serpereştyarê Deriyê Navdewletî yê Perwêzxan dibêje, wan derî li ber bazirganiyê vekirine.
10.07.2022, Paz - 06:50
Rêveberiya Deriyê Perwêzxan: Derî li ber bazirganiyê vekiriye
Nuçe Belav bike

Li du deriyên navdewletî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, îro rêya bazirganî ji ber cejnê hatiye girtin, lê Serpereştyarê Deriyê Navdewletî yê Perwêzxan dibêje, wan derî li ber bazirganiyê vekirine.

Serpereştyarê Deriyê Navdewletî yê Perwêzxan Ebas Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand, wan 24 demjimêran derî li ber geştyar û bazirganiyê vekirine û danexistine, lê eger bazirgan û şofêrên barhilgiran ji ber cejnê hatinûçûnê nekin, ew mijareke din e.

Roja Çarşemê, Berdevkê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran Sîrwan Husên, ji Rûdawê re ragihandibû, yekem roja cejnê derî dê li ber bazirganî bê girtin, lê hatinûçûna geştyaran berdewam dibe.

Eger kesek bixwaze serdana Rojhilatê Kurdistan û Îranê bike û berevajî, tevî hebûna vîze, divê karta plastîkî ya wergirtina vaksînê li gel wan be, egr ew kart nebe divê pişkinîneke nû ya Coronayê bibe û herwiha li derî jî bi 25 hezaran ew pişkinîn tê kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 530 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:26:48