Rewşenbîrê Ereb Tofîq Seyif: Bi tehdîdan pêşiya serxwebûna Kurdistanê nayê girtin

Nivîskar û rewşenbîrê ereb yê Erebistanî, Tofîq Seyif di gotara xwe ya ji aliyê rojnameya Şerqul Ewset ve hatiye belav kiriye, behsa serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê kiriye û gotiye, divê rayedarên Iraqê aqilane hereket bikin û bi Herêma Kurdistanê re dest bi danûstandinê bikin û bi Hewlêrê re bigihên çareseriyekî.
11.10.2017, Çar - 07:09
Rewşenbîrê Ereb Tofîq Seyif: Bi tehdîdan  pêşiya serxwebûna Kurdistanê nayê girtin
Nuçe Belav bike

Rewşenbîrekî ereb dibêje, bi gef û tehdîdan kes nikare pêşiya serxwebûna Kurdistana Iraqê bigire.

Nivîskar û rewşenbîrê ereb yê Erebistanî, Tofîq Seyif di gotara xwe ya ji aliyê rojnameya Şerqul Ewset ve hatiye belav kiriye, behsa serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê kiriye û gotiye, divê rayedarên Iraqê aqilane hereket bikin û bi Herêma Kurdistanê re dest bi danûstandinê bikin û bi Hewlêrê re bigihên çareseriyekî.

Tofîq Seyif her wiha gotiye, bi gef û tehdîdan kes nikare pêşiya serxwebûna Kurdistanê bigire û bi wê siyasetê jî rewş venabere beriya referandomê çimkî piştî referandomê dê rewşa Kurdistanê gelekî ji federaliya niha baştir bibe.

Piştî referandoma serxwebûnê, Îran û Tirkiye û Iraqê bi hev re gefa girtina sînoran, qutkirina pêwendiyên siyasî û aborî û hinek caran jî gefa êrişa serbazî li Kurdistanê xwarin lê heta niha nekarîne tiştekî bikin.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1253 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:41:12