Şanda Fransayê silava Macron gihande Serokê Herêma Kurdistanê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pêncşemê li gel şandeke Fransayê civiya û şanda mêvan silav û rêzê Serokê Fransayê Emmanuel Macron gihande Nêçîrvan Barzanî û cardin pîrozbahiya destbikarkirinê weke Serokê Herêma Kurdistanê lê kir.
05.07.2019, Cum - 07:08
Şanda Fransayê silava Macron gihande Serokê Herêma Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Şanda Fransayê ji Nûnerê Taybet ê Serokê Fransayê bo Karûbarên Sûriyê François Sienimo û Konsulê Giştî yê Fransayê yê li Herêma Kurdistanê Dominic Mass pêk hatibû.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, şanda Fransayê tekezî li berdewambûna piştgiriya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û bihêzkirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê kir.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di civînê de ku îro pêncşemê 4ê Tîrmeha 2019an li Hewlêrê birêve çû, Serokê Herêma Kurdistanê spasiya piştgirî û alîkariyên berdewam ên Fransa û Macron ên ji bo Herêma Kurdistanê kir, bi taybetî di qonaxên dijwar de û tekezî li pêşvebirina zêdetir a peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê di hemû waran de kiriye.

Gotûbêjkirina rewşa Sûriyê, hewldanên navdewletî yên ji bo çareserkirina qeyrana wî welatî, vegerandina seqamgîrî, dabînkirina aştî, geşedanên herî dawî yên herêmê û pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê aliyekî din ê civînê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 613 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:40:54