Şanda HAK-PARê li Hewlêrê sersaxî da malbata Dizayî

Şanda HAK-PARê li Hewlêrê sersaxî da malbata Dizayî.
22.01.2024, Pts - 14:22
Şanda HAK-PARê li Hewlêrê sersaxî da malbata Dizayî
Nuçe Belav bike

Serokê Gistî yê HAK-PARê Düzgün Kaplan, Cîgirê Serokê Giştî Cîhan Baykara û nûnerê HAK-PARê yê Hewlêrê Mihemed Şîrîn Tîmûr, serdana ciyê teziya Pêşrew Dizayî kirin.

Düzgün Kaplan da zanîn ku di şexsê malabata Dizayî de, Kurd û Kurdistan hatiye armanc kirin û êşa wan wek êşa xwe pênase kir. Kaplan sersaxî li malbatê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, serokatîya Herêma Kurdistanê û hemû gelê Kurdistanê kir.

Di teziyê de, Wezîrê Karên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizayî ku pismamê Pêşrew Dizayî yê ku di êrîşa hovane ya Îranê de, hatibû şehidkirin, birayê wî yê mezin Ebdullah Dizayî û malbata wî, ji bo sersaxî sipasîya şandê kirin.

Büroya Çapemenî HAK-PAR

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 847 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:06:52