Şandeke ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike

Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw îro 2ê Cotmehê pêşwazî li endamên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro kir.
02.10.2023, Pts - 10:52
Şandeke ENKSê bi Parêzgarê Hewlêrê re rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dike
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, di civînê de guftûgo li rewşa Kurdên Rojavayê Kurdistanê û pêşhatên Sûriyê hatin kirin, herwiha rewşa kampan bi giştî û kampa Dareşekranê bi taybetî û rewşa jiyana penaberên Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di civînê de, kar û projeyên ku ji bo kampên parêzgeha Hewlêrê hatine kirin û alîkarî û xizmetguzariyên ku pêwîst e bên kirin, hatin behskirin.”

Di vê derbarê de jî Parêzgarê Hewlêrê got: “Ji bo xizmetkirina penaberên Rojavayê Kurdistanê çi ji destê me bê, em ê bikin û rê nadin ti pirsgirêkek ji wan re derbikeve. Piştrast bin ew ê di desthilata me de be, xemsariyê tê de nakin.”

Di dawiyê de jî şanda mêvan spasiya Parêzgar û Parêzgeha Hewlêrê kirin, ji ber xizmetkirina koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampên parêzgeha Hewlêrê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 898 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:09:49