Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina bûdceyê diçe Bexdayê

Biryar e îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa cibicîkirina budceyê ligel berpirsên pêwendîdar ên hikûmeta federal serdana Bexdayê bike.
16.07.2023, Paz - 17:51
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo cîbicîkirina bûdceyê diçe Bexdayê
Nuçe Belav bike

Jêderekî agahdar ji K24ê re got, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa cibicîkirina budceyê serdana Bexdayê dike û ligel berpirsên pêwendîdar ên bi vê pirsê re dicive.

Pêştir Serokê Dîwana Hikûmeta Herêma Kurdistanê Omîd Sebah ji K24ê re ragehandibû, di demek nêzîk de şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê serdana Bexdayê bike û dest bi pêngavên pratîkî yên cîbicîkirina yasaya budceyê bike.

Got jî, tevî têbîniyên li ser yasaya budceyê, lê Herêma Kurdistanê dê rêkarên yasayî di vê derbarê de bigire.

Roja 12/7/2023, Hikûmeta Herêma Kurdistanê tane li madeyên 2, 11, 12 û 13 yên budceya Iraqê dabû ku girêdayî maf û şayesteyên darayî yên gelê Herêma Kurdistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:44:23