Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa bûdce û mûçeyan diçe Bexdayê

Biryar e îro şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û ji bo pirsa bûdce û mûçeyan gotûbêjê ligel hikûmeta Iraqê bike.
15.08.2023, Sal - 07:08
Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina pirsa bûdce û mûçeyan diçe Bexdayê
Nuçe Belav bike

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ji ajansa K24ê re ragihand, pirsa yasaya bûdceyê dê bibe mijara sereke ya gotûbêjên di navbera şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de.

Tekez kir jî: “Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe bicîh aniye û em li benda şandina pişka Herêmê ji bûdceyê ne.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got jî: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kirine ku hemû alîkariyê bidin tîmên teknîkî yên Iraqê û bila ti pirsek bê bersiv nehêlin.

Ev yek di demekê de ye, Roja 07.08.2023ê rojnameya Waqiî ya Iraqê ku ji aliyê Wezareta Dad a Iraqê ve tê belavkirin, rênimayên cîbicîkirina yasaya bûdceya Iraqê belav kir, lê heta niha pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceya Iraqê nehatiye xerckirin.

Du roj berê jî Endama Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê Dr. Narmîn Ma'rûf ji K24ê re ragihand, Hikûmeta Federal dê tevahiya pişka Herêma Kurdistanê ku di yasaya bûdceya giştî de hatiye diyarkirin û nêzîkî 1.25 trîlyon dînar e, bişîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:03:51