Şandeke ji Mêrdînê li Duhokê beşdarî teziyê bû

Ji Mêrdînê şandeke ku ji nûnerên saziyên civaka sivîl pêk dihat bi beşdariya Miftiyê Mêrdînê Ali Hayrî Çelik li Duhokê beşdarî şîna qurbaniyên bûyera li Mêrdînê ya 5 kesên ku di encama êrîşekê de canê xwe ji dest dabûn, bû.
23.01.2023, Pts - 07:28
Şandeke ji Mêrdînê li Duhokê beşdarî teziyê bû
Nuçe Belav bike

i Mêrdînê bi mebesta li ser navê Mêrdîniyan beşdarî şînê bibin, Miftiyê Mêrdînê Ali Hayrî Çelik, nûnerên Saziya Civaka Sivîl gihiştin Duhokê û ji aliyê Parêzgarê Duhokê Elî Teter ve hatin pêşwazî kirin.

Bi beşdariya Parêzgar û endamên heyetê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Parêzgarê Duhokê Teter ragihand ku herwekî dihat çaverêkirin, gumanbarên bûyera Mêrdînê demildest girtin û got, "Em hêvîdar in her kesên ku têkildarê wî bûyerê bûne her li ku derê bin, bi awayekî dadperwerane bên cezakirin. Em dixwazin bizanin van tometbaran ji ber çi ev bûyer encam dane. Ji ber ku em birayê hevdu ne, dê ev bûyer nebe sedema têkçûna navbera me û birayên me yên Mêrdînî."

Teter bal kişand ser peywendiyên dualî û got: "Em baş dizanin û piştrast in ku gelê Nisêbînê û Mêrdînê bi vê bûyerê gelekî xemgîn bûne. Rojane bi hezaran otomobîl ji Deriyê Gumrikê yê Îbrahîm Xelîl hatûçûna di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê dikin. Her tenê şeva bûyer qewimî zêdetir ji 500 otomobîl hatûçûn kirin.”

Miftiyê Mêrdînê Alî Hayrî Çelik di civîna çapemeniyê de li ser navê Mêrdîniyan sersaxî li kesûkarên qurbaniyan kir û got, "Em birayê hevdu ne, em vê bûyerê şermezar dikin. Em ji ber vê meseleyê gelekî êşiyan û xemgîn bûn, birîna me yek e, bîr û baweriya me, qurana me mezheb û Xwedayê me yek e. Em dawakar in ku li ser rûyê vê axê biratiya me berdewam be."

Piştî civîna çapemeniyê şanda Mêrdînê bi mebesta beşdarbûn şînê derbasî Mizgefta Seydo ya li navenda Duhokê bû û sersaxiyên xwe li gihandin binemaleyê û xizmên qurbaniyan.

Şanda ku ji Mêrdînê çûbû ji 30 kesan pêk dihat. Miftiyê Mêrdînê Ali Hayrî Çelik, endamê platforma Saziya Civaka Sivîl Mustafa Aydin, Serokê Komeleya Alîkariya Mirovî (ÎHH) Mehmet Timuragaoglu, Serokê Civaka Rojnamevan û Nivîserên Mêrdînê Kadir Urundu, Serokê Şaxa Mêrdînê ya Komeleya Pîşesaz û Karsazên Serbixwe (MUSÎAD) Mehmet Îlerî, Serokê Memur-senê Abdulselam Demir, Serokê Odeya Pîşekar û Esnafan a Nisêbînê Omer Ozel, Serokê Platforma Hezjêkerên Pêxember Fesîh Memîş, Serokê Komeleya Komeleya Pîşesaz û Karsazên Mêrdînê Nasir Duyan, Serokê Diyanet-Senê Abdulkadir Kurtuluş, Serokê Federasyona Muxtaran a Mêrdînê Îsa Dal, Rêveberê Perwerdeya Neteweyî yê Nisêbînê Umit Çetin, Serokê Borseya Bazirganiyê ya Nisêbînê Necdet Aktaş, Serokê Odeya Ajovanan a Nisêbînê Huseyin Gundogdu, Endamê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Nisêbînê Abdulhalim Aydin, Serokê Koperastîfa esnaf û kefaletê Nurullha Tunçalan di nava heyetê da cih girtin.

“Bila bûyer were zelalkirin”

Ji aliyê din ve kurê qurbaniyekî bûyerê Nezîr Ebdullah Salih ji Rûdawê diyar kir ku şanda Mêrdînê nûnerên gel e û spasiya wan kir ku êşa xwe parve kirine.

Nezîr Ebdullah Salih da zanîn ku lêkolîn derbarê bûyerê de berdewam dike û hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê jî bang li Tirkiyê kirine û dixwazin di zûtirîn dem de ev êrîş bê ronîkirin û got, “Baweriya me ya temam bi hikûmeta me heye. Em hêvî dikin ku ev bûyer di zûtirîn dem de were ronîkirin. Têkiliya me bi Balyozê Iraqê yê li Enqereyê re heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî li ser vê mijarê telefonî Konsulusê Tirkiyê kir û daxwazên me ragihand.”

Salih got, “Em nafikirin ku talan û dizî bibe sedema kuştina kal û pîran bi awayekî hovane. Helbet lêpirsîn berdewam dike. Em dixwazin ku rastî derkeve holê.

Li Mêrdînê li ser rêya di navbera navçeya Nisêbînê û navçeya Qoserê de, di encama êrîşeke çekdarî ya li dijî otomobîlekê de Hindirîn Ebdulleh Salih (39), Wehîde Heyder Casim (63), Ebdullah Salih Mistefa (69), Çîmen Şahîn Xalid (75) û Ehmed Celaledîn Îbrahîm (45) canê xwe ji dest dabûn.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:48:55