Şandeke Wezareta Pêşmerge û Berevaniya Iraqê serdana Amerîkayê kir

Şandeke pilebilind a Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê bi serdaneke fermî serdana Amerîkayê kir.
09.08.2023, Çar - 14:04
Şandeke Wezareta Pêşmerge û Berevaniya Iraqê serdana Amerîkayê kir
Nuçe Belav bike

Şandeke pilebilind a Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Iraqê bi serdaneke fermî serdana Amerîkayê kir.

Di vê derbarê de, lîwa Osman Rişe Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ajansa BasNewsê re ragehand ku şandeke Wezareta Berevaniya Iraqê bi serokatiya Wezîrê Berevaniyê û endamên nûnerê Wezareta Pêşmerge serdana Amerîkayê kir. Heyet piştre çû Washingtonê û li Pentagonê civîna duyemîn pêk anî.

Osman Rîşe got: ‘’Serleşker Îsa Ozer, Serfermandarê Wezareta Pêşmerge, endamê serekî yê şanda Wezareta Berevaniya Iraqê ye û di hemû civîn û hevdîtinan de beşdar bûye.’’

Berdevkê Wezareta Pêşmerge ragihand, armanca serdana şanda Wezareta Berevaniya Iraqê hemahengî û piştevaniyê di navbera artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge li gel artêşa Amerîkayê bû û hevdîtin gelek erênî bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 592 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:12:38