Şandeke Wezareta Tendirustiyê serdana Bexdayê kir

Şandeke Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ji bo hejmarek civîn, hevahengiya zêdetir û çareserkirina kêşeyan, serdana Bexdayê kir.
30.05.2022, Pts - 07:20
Şandeke Wezareta Tendirustiyê serdana Bexdayê kir
Nuçe Belav bike

Şandeke Wezareta Tendirustiyê, şeva borî li ser erkdarkirina Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê, bi yadaşteke kêşr û giriftan gihîşt Bexdayê û biryar e îro şanda Wezareta Tendirustiyê hejmarek civîn bi Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê û rayedarên pêwendîdar re bike ji bo çareserkirina kêşe û giriftên navbera xwe û hevahengiya zêdetir ji bo dabînkirina derman û pêwîstiyên bijîşkî û amûr û projeyên xizmetguzariya tendirustiyê.

Hêjayî gotinê ye ku ev serdan piştî ku do êvarî Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî û Wezîrê Tendirustiyê yê Iraqê yê bi wekalet Hanî Uqabî re pêwendiyeke telefonî encam da û çareserkirina kêşeyan gotûbêj kirin hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 604 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:09