Şandeyekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ye

Şandeyekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêktê ji parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter û Serokê Desteya Veberhênan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî û çend kesên din li Amerîkayê ne.
29.04.2023, Cts - 08:14
Şandeyekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê ye
Nuçe Belav bike

Sekreterê rojnamevaniya parêzgarê Duhokê Milet Îsmet ji ajansa BasNewsê re ragehand: ‘’Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku pêktê ji parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter û Serokê Desteya Veberhênan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Şukrî û endama Parlamentoya Kurdistanê Rubîna Ezîz, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Duhokê Eyad Ebdulhelîm serana Amerîkayê kirin û ji aliyê nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê Beyan Samî Ebdulrehman ve pêşwazî li wan hate kirin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Serdana şandeyê ji bo eyaleta Michigan a Amerîkayê bi armanca civîna li gel berpirsên hikûmetê û odeyên bazirganiya keldaniyên Amerîkayê û rêxistinên keldanî û kesayetên civakî yên keldan û dostên Herêma Kurdistanê ye.’’

Ji aliyekî din ve parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter di daxuyaniyekî çapemeniyê de ragehand: ‘’Di vê serdanê de gelek civîn û danûstan dê pêkbên û ji bo rêxistin kirina destexwîşkbûna Duhok û bajarê Detroit û ev yek jî dê demekî nêzîk de bê ragehandin.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:17:39