Şandeyekî leşkerî di asta jor de geheşt Kerkûkê

Îro şandeyekî bilind a leşkerî ya Iraqê bi serokatiya serfermandarê Iraqê geheşt bajarê Kerkûkê.
19.12.2022, Pts - 08:40
Şandeyekî leşkerî di asta jor de geheşt Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevaniya Iraqê bi daxuyaniyekî ragehand, îro 19.12.2022yê serfermandarê artêşa Iraqê Ferîqî Yek Ebdulemîr Reşîd Yarella û cîgirê serokê proseyên hevbeş Ferîq Qeys Xelef Mihemedî geheştin Kerkûkê. Armanca serdanê jî gotûbêj kirina rewşa ewlehiyê û ew êrîşa terorîstî ya li sînorê Kerkûkê pêkhat û hejmarek polîsên federal ên Iraqê jî bûn qurbanî.

Duh di encama danîna bombeyekî çandî û teqandina wê ya bi du karwanên polîsê Iraqê ya nêzîk gundê Sefere ya ser bi nahyeya Riyaz a li sînorê parêzgeha Kerkûkê de 9 polîsên Iraqê hatin kuştin û 2 polîs jî birîndar bûn.

Piştî êrîşê terorîstên DAIŞê berpirsyartiya wê kiryara terorîstî li xwe girtin û îro jî ji bo gotûbêj kirina rewşa ewlehiya Kerkûkê û ew kiryarên terorîstî şandeyekî bilind a artêşî geheşt bajarê Kerkûkê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 386 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:34:41