Sarkisyan ji bo vekirina konsolxaneya Kurdistanê biryar îmze kir

Li gorî zanyariyen berdest, Serokomarê Ermenistanê ji bo ku konsolxaneya xwe bi fermî li Herêma Kurdistanê veke biryar îmze kir.
14.03.2017, Sal - 06:21
Sarkisyan ji bo vekirina konsolxaneya Kurdistanê biryar îmze kir
Nuçe Belav bike

Herwiha Ofîsa Çapamenî ya Serokomariya Ermenistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku Serokomarê Ermenistanê Serj Sarkisyan nivîsa komarî ya ji bo vekirina Konsulxaneya Gişît ya Komara Ermenistanê li Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê îmza kir.

Ofîsa Serokomariyê di berdewamiya daxuyaniyê de ragihand ku kar û erkên Konsulxaneya Ermenistanê li Hewlêrê, tevahiya deverên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê li xwe digire. 2ê Adara îsal hikûmeta Ermenistanê biryara vekirina konsulxaneya giştî ya welatê xwe li Hewlêrê pesend kir.

Hikûmeta Ermenistanê da xuyakirin ku armanc ji vekirina konsulxaneya wan xurtkirina pêwendiyên du alî yên navbera Ermenistan-Kurdistanê û herwiha ji ber zêdebûna hejmara revenda ermenî li Kurdistanê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:42:29