Şaxewan Ebdula: Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat kirin û bendamana xelkê wê parêzgehê bidawî hat. Ev destpêka xêr û xweşiyan e û bi piştrastî ve Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê.”
12.07.2024, Cum - 10:11
Şaxewan Ebdula: Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula di konferanseke rojnamevanî de got, “Guhertin di îdareya Kerkûkê de tên kirin, gelek kesan wesa hizir dikir ku hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê nayên kirin, lê vaye hilbijartin jî hatin kirin. Ev destpêka xêr û xweşiyan e ji bo parêzgeha Kerkûkê.”

Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Em wekî şandeke Civata Nûnerên Îraqê hatine Kerkûkê, ji bo ku piştevaniya pêngavên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bikin, ji bo wan guhertinan ên ku dê li paşerojeke nêzîk çê bibin.”

Navbirî di derheqa hilbijartinên parêzgeha Kerkûkê de eşkere kir, “Bi piştrastî ve Kurdek Kurdek dibe Parêzgerê Kerkûkê ji ber ku Kurdan piraniya kursiyên encûmenê bi dest xistine.”

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “lihevkirin di navbera hemî pêkhateyên parêzgehê de hatiye kirin ku pêkve bi hevparî îdareya parêzgehê bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 452 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:09:55