Şaxewan Ebdulla: Cotkarên Kurd li Kerkûkê ji îro ve dikarin berhemên xwe biçinin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla peyamek hişyarî da cotkarên gundê Pelkane yê Kerkûkê û got, ji îro pê ve erebên hawerde dê konên xwe bipêçin û cotkarên Kurd jî dikarin berhemên xwe îsal berhev bikin.
11.05.2024, Cts - 16:50
Şaxewan Ebdulla: Cotkarên Kurd li Kerkûkê ji îro ve dikarin berhemên xwe biçinin
Nuçe Belav bike

Şaxewan Ebdulla li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” nivîsî: “Piştî ku artêşê ji ber giliyên erebên hawede, rê nedabû ku cotkarên Kurd berhemên xwe biçinin, em bi serokwezîr û fermandarê operasyonan li Bexdayê re axivîn. Ji roja Çarşemê ve fermana ji operasyonên Kerkûkê re hatiye ji bo rakirina astengiyan û cotkar dest bi çinîna berhemên xwe bikin.

Şaxewan Ebdulla nivîsî: “Wan biryaneme wergirtiye û ji îro ve Erebên hawerde dest bi rakirina konan dikin û cotkar dê dest bi çinîna berhemên xwe bikin."

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê got jî: “Hemû alî haydar in roja pêncşema borî li parlemantoyê xwendina yekem a projeyasaya hilweşandina biryarên Beisê hat kirin û di rûniştina bê ya parlemanê de jê, dê xwendina duyem a projeyasayê bê kirin, ji bo ew pirsgirêk bi yekcarî bidawî bibin.”

Ji du hefteyan ve Artêşa Iraqê bi zextên erebên hawerde dirûna dexil û danê li cotkarên Kurd ên gundên navçeyên Sergaran û Pirdê yên Kerkûkê qedexe kiribû.

Pirsgirêka zeviyên kurdan li nahiya Sergeranê ya Kerkûkê, vedigere sedema rêjîma Beis a rûxandî. Di sala 1987an de rêjîma Beis di çarçoveya erebkirina Kerkûkê de, kurd ji gundên wê nahiyê derkirin û ereb ji navend û başûrê Iraqê anîn û zeviyên kurdan li wan belav kirin. Piştî bûyera 16 'ê Cotmeha 2017an, careke din hewl tên dayîn ku zeviyên kurdan bidin ereban hawerde.

 

Vî nûçeyê tevayî: 655 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:36:54