Şaxewan Ebdulla: Xelkê Kerkûkê dikarin bi dengên xwe rewşa bajêr biguherînin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, beşdariya xelkê Kerkûkê di proseya dengdanê de giring e û xelkê Kerkûkê dikarin bi dengên xwe rewşa bajêr biguherînin.
18.12.2023, Pts - 11:19
Şaxewan Ebdulla: Xelkê Kerkûkê dikarin bi dengên xwe rewşa bajêr biguherînin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla li bajarê Kerkûkê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Gelek girîng e îro xelkê Kerkûkê werin ser sindoqan û bi dengên xwe nasnameya bajêr biparêzin. Îro dengê wan ji guleyên ku me li dijî DAIŞ’ê avêtin ne kêmtir e, beşdarbûna me hemûyan pir girîng e.”

Bal kişande ser wê yekê: “Di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de, dibe ku yek kursî cudahiyeke mezin çêneke, lê di hilbijartinên encûmenên parêzgehan, bandora wê mezin e dibe ku hevkêşeyê biguhere.”

Herwiha got: “Di demên borî de gelek pirsgirêk ji xelkê Kerkûkê re hebûne, dem hatiye ku xelkê bajêr bi dengên xwe rewşa ku li ser bajar hatiye ferzkirin biguherînin.”

Şaxewan Ebdulla got: “Hîn dem maye ku welatiyên Kerkûkê li her bajar û bajarokekê werin û dengê xwe bidin. Divê em hemû giliyên ku îro hene bidin aliyekî. Dengdana îro gelekî girîng e.”

Tekez kir jî: “Dengê xelkê Kerkûkê dikare rewşa bajêr biguherîne. Em hêvîdar in ku parêzgarekî xemxwarê bajarê be destnîşan bikin ku bi yek çavî li her kesî binêre û neheqiya ku berê hebû, nehêle.”

Şaxewan Ebdulla got jî: “Eger Kurd karibin nîvê dengên encûmenê bidest bixin, wê demê dikarin Kurdekî dilsoz û pak ji bo parêzgariyê destnîşan bikin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 421 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:08:44