Şaxewan Ebdullah: Me ji 30 ciwanên Kerkûkê 26 ciwan azad kirin

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di şîna şehîdên xwepêşandanên roja 2ê Îlonê yên Kerkûkê de ragihand, duh ji 30 ciwanan, 26 ciwan azad kirine.
04.09.2023, Pts - 15:16
Şaxewan Ebdullah: Me ji 30 ciwanên Kerkûkê 26 ciwan azad kirin
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah di şîna şehîdên xwepêşandanên roja 2ê Îlonê yên Kerkûkê de ragihand, duh ji 30 ciwanan, 26 ciwan azad kirine.

Şaxewan Ebdullah ji ajansa Kurdistan24ê re ragihand: “Duh me ji 30 ciwanan, 26 ciwan azad kir, tenê 4 kes mane, ku goya du ji wan demançe hilgirtine, ji bo wan jî em li ser xetê ne, rast e beşek ji desteserkiriyan ser bi partiyeke din in, heta niha em li ser xetê ne, da ku ew çar kes jî werin azadkirin.”

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah îro tevî şandekê beşdarî şîna şehîdên Kerkûkê bûn.

Şaxewan Ebdullah ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Çend ciwanên me bi neheqî hatin şehîdkirin û me di civîna xwe ya ligel Serokwezîrê Iraqê de jê re ragihand ku tiştê li Kerkûkê rûda, nayê qebûlkirin û nabe çend xelkê Hewîceyê bên taxên Kurdan ên Kerkûkê û xelkê Kurd hêrs bikin û dema çend rojan rêya wan bigrin, bêyî ku hikûmet ti pêngavekê biavêje.”

Ebdullah eşkere kir: “Me daxwaz kir, hemû wan kesên ku destê wan di kuştina wan ciwanan de heye, werin cezakirin.” Li ser vê mijarê, “Serokwezîrê Iraqê soz daye, di asta bilind de fermandaran biguherîne û lêkolînên cidî li ser vê mijarê bikin û qurbaniyan qerebû bikin”.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:02:06