Sûdanî: Pêwendiya destpênekirina hinartina petrolê bi mesrefên kompanyayan re heye

Serokwezîrê Îraqê ragihand ku paşxistina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya Tirkiyeyê, ji ber nakokiyên li ser dayîna pereyê kompanyayên li Herêma Kurdistanê kar dikin e.
20.01.2024, Cts - 07:27
Sûdanî: Pêwendiya destpênekirina hinartina petrolê bi mesrefên kompanyayan re heye
Nuçe Belav bike

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji ajansa Bloombergê re ragihand, nakokiyên ligel kompanyayên navdewletî yên ku di sektora neftê ya Herêma Kurdistanê de kar dikin, li ser dayîna pereyên wan, hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê 10 meh in bi paş xistiye.

Tezmînata kompanyayên navdewletî yek ji wan mijaran e ku hinartina petrolê rawestandiye.

Li gorî pisporên petrolê, ji ber rawestandina hinartina petrolê ya ji bo Tirkiyeyê, Herêma Kurdistanê û kompanya mehane nêzîkî milyarek dolar ji dest bidin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî got:

“Di warê bihayê berhemanînê de pirsgirêkên kompanyayên petrolê hene, danûstandin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan berdewam in lê heta niha negihiştine rêkeftineke fermî.”

Derbarê danûstandinên ligel Bexdayê de, Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê ragihand, çend nûnerên kompanyayên wan vê dawiyê beşdarî danûstandinên li Bexdayê bûne û hêvîdar in ku gotûbêjan berfirehtir bibin.

Sûdanî diyar kir ku Encûmena Wezîran a Îraqê ji meha borî ve li ser nirxandina guhertinên budceya Îraqê kar dike da ku bikarin bi rêya guhertinan mûçeyê kompanyayên biyanî bidin.

Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê ji şeş kompanyayên neftê yên Herêma Kurdistanê pêk tê ku berî ragirtina hinartina petrola Kurdistanê endamên wê ji sedî 50ê petrola Herêma Kurdistanê ya rojane berhem dianîn.

25ê Adara 2023yan bi biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemê ya Parîsê, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.

Li gorî Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê vê biryarê nêzîkî 10 milyar dolar zerer daye Îraq û Herêma Kurdistanê.

Piştî rawestandina hinartina petrolê, rayedarên Îraq û Tirkiyeyê çendîn danûstandin li ser destpêkirina hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:15:20