Sefîn Dizeyî: Divê Kurd û pêkhateyên din li Sûriyeyê wekhev mafên xwe wergirin
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî dibêje, Sûriye welatekî girîng e li herêmê û divê alîkariya wê were kirin.
23.01.2025, Per - 06:59
Sefîn Dizeyî duh 22ê Çile li Korbenda Aboriyê ya Davosê got: “Sûriye welatekî girîng e li herêmê, lê ne welatekî dewlemend e, pêwîstiya wê bi alîkariyê heye û ew alîkarî tenê ji aliyê civaka navdewletî ve dikare werin pêşkêşkirin, lê pêwîst e bi başî werin amadekirin.”
Herwiha got: “Kurd li Sûriyê ji mafên xwe bêpar mane û heta ji mafê welatîbûnê jî bêpar mane. Ji ber vê yekê divê ji bo welatîbûna wekhev xebat bên kirin û pêkhateyên wekî Elewî, Durzî, Kurd, Xiristiyan û Tirkmen jî bibin xwedî maf.”
Vî nûçeyê tevayî: 735 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:16:48