Sefîn Dizeyî: Hikûmeta nû ya Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê bi zêdetir bipêş bixe

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ji ajansa K24ê re ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser vexwendina hikûmeta Tirkiyê çûbû Tirkiyê.
21.06.2023, Çar - 11:14
Sefîn Dizeyî: Hikûmeta nû ya Tirkiyê dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê bi zêdetir bipêş bixe
Nuçe Belav bike

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî got ku di hevdîtina Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, pêwendiyên dualî û pirsên ewlehî, aborî û enerjiyê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha diyar kir jî: Hikûmeta niha ya Tirkiyê dixwaze pêwendîyên xwe bi Herêma Kurdistanê re zêdetir bipêş bixe.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî serdana Luksemburg û Belcîkayê kir û ligel berpirsên wan welatan civiya.

Sefîn Dizeyî derbarê civîna îro ya ligel berpirsên hikûmeta Belcîkayê de ji K24ê re ragihand, ew ligel Wezareta Derve ya Belcîkayê û Sekreterê Giştî yê Siyaseta Derve ya Hikûmeta Belcîkayê civiyan û çend mijar gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de pêşhatên niha, pirsên ewlekarî û berdewamiya metirsiya DAIŞê li navçeyê, pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên bê hatin gotûbêjkirin.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê da zanîn, berpirsên Ewropayê piştevaniya proseya demokrasiyê dikin û ji bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkan, ew bi diyalogê re ne.

Sefîn Dizeyî got ku wan spasiya hikûmeta Belcîkayê kir ku komkujiya Êzdiyan weke jenosîd nas kir. Her wiha amaje bi rêkeftina Şingalê jî kir û bang li civaka navdewletî kir ku alîkariya cîbicîkirina wê rêkeftinê bikin, da ku xelkê deverê vegerin ser cih û warên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:02:17