Sefîn Dizeyî: Zerera rawestandina hinardeya petrola Kurdistanê 6 milyar dolar in

Sefîn Dizeyî eşkere kir ku zerera rawestandina hinardeya petrolê ya Îraq û Herêma Kurdistanê 6 milyar dolar in.
23.09.2023, Cts - 16:39
Sefîn Dizeyî: Zerera rawestandina hinardeya petrola Kurdistanê 6 milyar dolar in
Nuçe Belav bike

Berpirsê Ofîsa Pêwendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî yê ku ji bo civîna 78emîn Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ye, bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê Diyar Kurde da.

Hevdîtina we ya dawî bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re bû. Di wê civînê de we behsa çi kir?

"Di hevdîtina bi Birêz Guterres de, di destpêkê de pêşkeftinên li Îraqê yên di mehên dawî de, bi taybetî di dema kabîneya niha ya Birêz Sûdanî de hate nîqaşkirin. Wî kêfxweşiya xwe nîşan da û ji bo gavên çareserkirina pirsgirêkan avêtiye pîrozbahî li hikûmeta federal kir, hem li ser asta herêmê û hem jî li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê. Kêfxweş bû ku hewla çareserkirina pirsgirêkên mayî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de tê dayîn, wek diyaloga ku niha heye û ew pirsgirêkên ku hene bi heman awayî bêne çareserkirin.

Di asta giştî de, pêwendiyên Îraqê yên bi welatên cîran re hatin gotûbêjkirin, bi taybetî li ser herêma Kendavê û pêwendiyên Îraqê yên bi welatên cîran re çend mijar bûn ku cihî kêfxweşiyê bûn û diyar bû ku Îraqê kariye beşek ji wan pirsgirêkan çareser bike û pêwendiyên xwe yên bi cîranên xwe re û yên li herêmê re pêş xistiye."

We bi rayedarên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê û Koşka Spî re hevdîtin kir. We pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê çawa ragihand? Herwiha ji bo çareserkirina pirsgirêkê ya bi yekcarî divê Amerîka çi bike?

"Di rastî de jî pîrozbahî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir ku çû Bexdayê û bi serokwezîr re civiya, ji xwe ew cihê dilxweşî û destxweşiya hemû aliyan bû ku yekrêziya navmala Kurdan wiha dike hinek pirsgirêk werin çareserkirin. Herwiha destxweşî li pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir ku heftrya borî heta radeyekê, beşek ji wan pirsgirêkan, bi taybetî di mijara mûçeyan de, çareser bûn. Hêvîdar im yasaya budçeyê bi temamî were cîbicîkirin da ku Herêma Kurdistanê jî ji mafên xwe yên darayî sûdê wergire. Li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, yek ji mijarên girîng ên ku rêveberiya Amerîkayê bala xwe dide ser û di hemû civînan de behsa wê yekê hate kirin. Wan amadebûna xwe ji bo hevkarîkirina Enqere û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Enqere û Bexdayê de nîşan dan. Ji bo ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Tirkiyeyê ji nû ve were hinardekirin amadebûna xwe ya hevkariyê kirin."

Sedema hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê çi ye? Pirsgirêk ji aliyê Bexdayê ye yan ji Enqereyê ye?

"Em nebêjin xeta lê erk dikeve ser milê her du aliyan, wek hûn jî dizanin biryara dadgeha Parîsê di berjewendiya Îraqê de bû û divê Tirkiye nêzîkî 1,5 milyar dolar bide Îraqê. Ji aliyê matematîkî ve, dema ku Îraq hewl dide 1,5 milyar dolar wergire lê bi rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji meha Adarê heta niha, yanî di şeş mehên borî de, nêzîkî 6 milyar dolar zerer gihîştiye budçeya Iraq û Herêma Kurdistanê, loma mantiq vê qebûl nake.

Tişta ku em ji Bexdayê dibihîzin ew e ku divê erkên xwe yên li hember Tirkiyeyê bi cih bîne, herçend Tirkiyeyê bi fermî behsa vê yekê nekiribe lê ji aliyê Îraqê ve li dijî Tirkiyeyê dozeke qanûnî ya duyemîn hatiye vekirin. Tirkiye bi niyaz e ku dosyaya yekem bi nedana wî pereyî bigire û ti dozên din ên yasayî jî neyên vekirin da ku her du alî dest bi qonaxeke nû di wê mijarê de bikin û hinardeya petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike."

Îraq li ser destpêşxeriya Tirkiyeyê çi dibêje?

"Tiştê ku ji aliyê Iraqê ve hatiye bihîstin ew e ku desthilata hikûmetê nîne ku wî pereyî wernegire û efû bike. Dibe ku bi awayekî, pêwîstî bi biryareke parlamentoyê hebe lê çareyên din jî hene. Eger niyeta çareseriyê hebe. Bi dîtina min, ji bo ku her du alî jî xwe wek serkeftî hîs bikin, rêyek dikare were dîtin."

Nûnerê daîmî yê Herêma Kurdistanê yê Netewên Yekbûyî nîne, hûn çi dikin ku dengê Kurdan li wir were bihîstin?

"Eger li dîplomasiya Kurdan an jî pêwendiyên Kurdistanê yên bi cîhana derve re binêrî, di çend qonaxan re derbas bûne. Di nav wan de Şoreşa Îlonê ya di salên 1960 û 1970ê de, piştre di salên 1980ê de û piştî serhildana 1991ê û sala 1992yan avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya nûnertiyê, ji sala 2003yan ve qonaxeke nû ye û Herêma Kurdistanê xwediyê pêgeheke bihêz bû di siyaset û hevkêşeya siyasî ya herêmê de, bi taybetî di dema şerê li dijî DAIŞê de. Van mijaran hemûyan wiha lê kir ku Herêma Kurdistanê pêwendiyên navdewletî pêk bîne. Tevî ku îro balkişandina ser Iraqê hatiye guhertin lê hinek bûyerên nû rû dane û dibe ku hertim nikaribî dengê xwe li qada navneteweyî bidî bihîstin yan jî hevdîtin û civînên cuda çêbikî lê hewlên me berdewam in û em dibînin ku serdanên cuda yên şandeyên navdewletî yên Herêma Kurdistanê berdewam in. Serokkomarê Fransayê çend caran hatiye Kurdistanê, Papayê Vatîkanê û heta Cîgirê berê yê Serokê Amerîkayê, Wezîrê Parastinê, Wezîrê Karên Derve û şandeya Kongreyê û parlamentoyên welatan bi berdewamî têne Kurdistanê.

Em jî ji aliyê xwe ve hewl didin ku van pêwendiyan xurt bikin û gelek serdanên Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Cîgirê Serokwezîr û em wek Ofîsa Pêwendiyên Derve berdewam in. Dibe ku di dema Coronayê de çend salan pêwendî sist bûbin lê niha em wan têkiliyan ji nû ve ava dikin. Herêma Kurdistanê çend caran di asta NYyê de kariye beşdarî vê şandê bibe, cara dawî di sala 2019an de bi Birêz Dr. Berhem Salih ê serokkomarê wê demê re çend hevdîtin hatin kirin. Vê carê em bi Birêz Sûdanî re beşdar bûn û ji bilî hevdîtinên serekî yên bi wî re, me çend hevdîtinên baş pêk anîn. Rast e rêgezên Netewên Yekbûyî yên di warê beşdarbûn û endambûna çavdêran û her taybetmendiyeke din de rêyên xwe hene, lewma me hewl da, wek mînak, di warê çandî de, bi taybetî di UNESCOyê de, Herêma Kurdistanê dê bibe endamê hevkar di UNESCOyê de. Bi rêya wê em dikarin çend tiştan bikin û pêwendiyên xwe xurttir bikin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 700 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:39:09