Sefîn Dizeyî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Korbenda Davosê beşdar bibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke girîng a karsaz û sermayedarên Herêma Kurdistanê îro li bajarê Davos ê Swîsreyê, beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya 2024an dibe.
15.01.2024, Pts - 12:39
Sefîn Dizeyî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Korbenda Davosê beşdar bibe
Nuçe Belav bike

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand: “Davos yek ji girîngtirîn forumên aborî ye li cîhanê ku her sal xelk li hêviya wê ne. Ew ê hejmareke mezin ji serokên dewletan, serokwezîr, wezîr, sermayedar û kompanyayên mezin ên navneteweyî bicivîne, da ku çend mijarên germ ên aborî, siyasî û ewlehiyê gotûbêj bikin.”

Got jî: “Di heman demê de, korbend ji bo civîn û nîqaşên cuda derfetek e. Ji bo cara yekem hejmarek ji sermayedarên Herêma Kurdistanê beşdar dibin, da ku kar û hevahengiyê wan bi hevtayên xwe re bikin.”

Amaje bi wê jî da, maleke Kurdî ji bo xelk serdanê bikin û Kurdistanê nas bikin hatiye vekirin, Mala Kurdî derfeteke mezin e bo Herêma Kurdistanê û sermayedarên wê ku bi sermayedarên mezin li seranserê cîhanê bicivin.

Di Korbenda Davosê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê li gel serokwezîr û wezîrên welatên curbicur bicive û behsa pêşhatên siyasî û îmkanên aborî yên Herêma Kurdistanê bo sermayedarên biyanî bike.

54emîn Korbenda Aborî ya Cîhanî îro 15ê Çileya 2024an li bajarê Davos ê Swîsreyê bi beşdariya bi sedan kesayetiyên siyasî û aborî yên navdewletî, kompanî û karsaz dest pê dike.

Korbend ku heta 19ê Çile dewam dike, 2 hezar û 800 kesên ji çar aliyên cîhanê ku 60 serokên dewlet û hikûmetan jî di nav de ne, tê lidarxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:36:48