Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî îro tê Hewlêrê

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dê îro serdana Hewlêrê bike
02.03.2023, Per - 07:22
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî îro tê Hewlêrê
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dê îro serdana Hewlêrê bike û bi rayedarên Herêma Kurdistanê re bicive. Tê payîn ku Guterres piştre civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ku duh bi serdanekê li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê bû, li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê, ragihand ku ew dê Pêncşemê 2ê Adara 2023 serdana Hewlêrê bike û tekez kir, ku divê aliyên siyasî ji bo çareseriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê bicivin.

Guterres dê li Hewlêra paytext ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve bê pêşwazîkirin û her du alî dê bi hev re bicivin. Guterres herwiha dê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Serokê Parlamentoya Kurdistanê Rêwaz Fayeq û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî re bicive.

Guterres dê piştre li ser têkiliyên xwe yên Bexda û Hewlêrê civîneke çapemeniyê li dar bixe.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî piştî şeş salan careke din serdana Iraqê kir. Antonio Guterres di bihara 2017an de serdana Bexdayê kiribû.

Guterres duh li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re hevdîtin pêk anîbû.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî duh li Bexdayê di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê ya li ser pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê de ragihand, divê her du hikûmet bicivin û çareseriyekê ji pirsgirêkên xwe re bibînin û tekez kir, “Neteweyên Yekbûyî ti çareseriyekê ferz nake.”

Guterres got: “Neteweyên Yekbûyî li vir e ji bo piştgiriya Iraqiyan daku çareser bên dîtin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 429 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:33:27