Şengal: Tenê îsal 3 dibistan hatin girtin

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li navçeya Şingalê ragihand, îsal 3 dibistan ji ber gefên komên neyasayî hatine girtin û perwerdeya Şingalê jî bi naçarî dewama 4 qutabixaneyan xistiye yek avahiyê.
01.12.2022, Per - 12:30
Şengal: Tenê îsal 3 dibistan hatin girtin
Nuçe Belav bike

Rêvebera Perwerdeya Kurdî li qeza Şingalê Meyser Hacî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dibistana Zerîfe Osê bi şêweyekî gelek xweş û nûjen hatiye ava kirin û dibistaneke sê qatî bû û 18 polên wê hebûn xwendekarên amadehiya bazirganî bû û xwandekarên Dibistana Çiyayê Şengalê û Amadehiya Kurdistanê li heman avahiya Dibistana Zerîfa Osê xwendina xwe berdewam kirin.Lêbelê hêzên çekdar rê nadin êdî ew xwendekar li avahiya Zerîfe Osê xwendina xwe bidomînnin.’’

Di berdewamiyê jî de Meyser Hecî dibêje: “Heta niha sedema astengkirina xwendina xwendekaran li Şengalê ne diyar e, em weke rêveberiya perwerdeya bi zimanê Kurdî neçar bûn ku rêyên din ji bo perwerdekirina van xwendekaran bigrin, da ku ji xwendinê qut nebin Dibistana wan a berê ku hebû. Berê ji wir bo Zerîfe Osê hatibû veguhestin.”

Herwiha Meyser Hacî got:"Di heman avahiyê de 4 dibistan hene. Ji bo xwendekaran cihên pir teng hene. Vê yekê bandor li xwendekaran kir û asta xwendina wan paşde çû, da ku xwendekar bê pirsgirêk xwendina xwe bidomînin."

Beriya sala 2014ê hikûmeta Herêma Kurdistanê dibistana Zerîfe Osê li Şingalê ava kir, lê dema rêxistina terorîst a DAIŞê êrişî Şingalê û navçeyê kir, dibistanê ziyan dît. Ew dibistan ji aliyê rêxistinekê ve hat nûkirin û li avahiyê perwerdeya kurdî dest pê kir.

Li navenda navçeya Şengalê 58 dibistanên bi zimanê kurdî hatin vekirin û zêdetirî 12 hezar xwendekar bi kurdî dixwînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 330 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:07:29