Serbest Lezgîn: Me ligel Hevpeymanan planek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge dariştiye

Cîgirê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand, ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge, wan ligel Hevpeymanan plan danîne.
22.10.2022, Cts - 11:54
Serbest Lezgîn: Me ligel Hevpeymanan planek ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge dariştiye
Nuçe Belav bike

Serbest Lezgîn ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Me ligel Hevpeymanan plan daniye ji bo çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge.”

Lezgîn destnîşan kir: “Hêzên 70 û 80 bi xwerêkxistinê ve mijûl in, da ku veguhezin ser Wezareta Pêşmerge.

Herwiha Serbest Lezgîn got: “Yekxistina hêzên Pêşmerge zêdetir Hevpeymanan han dike ku hevkariya Herêma Kurdistanê bikin. Li gor plana ku hatiye danîn, heta çar salên bê, divê hemû hêzên Pêşmerge di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de bibin yek.”

Di berdewamiyê jî de Serbest Lezgîn dibêje: “Pêwendiya me ya baş ligel tîmên Hevpeymanan heye, hêzên Hevpeymanan ji aliyê şêwir, perwerdehî û rahênanê ve berdewam in di hevkarîkirina hêzên Pêşmerge de, herwiha rola wan a sereke heye di cîbicîkirina proseya çaksaziyê di nav hêzên Pêşmerge de.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:50:51