Serjimêriya giştî ya nifûsa Iraq û Herêma Kurdistanê duhî 20ê Mijdarê dest pê kir ku rêjeya beşdariya xelkê Hewlêrê di yekem roja serjimêriyê de ji %60 derbas bû û tê pêşbînîkirin ku îro bigihe %100.
Zêdetirî 130 hezar jimarvan beşdarî proseya serjimariyê dibin û 77 pirsan li ser jiyana welatiyan dikin.
Ya ku di serhejmêriya giştî de giring e wergirtina sûdê ji wan zanyaran e yên ku ji bo danana pilanên navendî û dûrmewda tên bidestxistin, ji bo derxistina Iraqê ji wî ketwarê neseqamgir ê ku heye, xasma jî yê ku girêdayî aliyê aborî ye.
Li gorî pêşbîniyên Wezareta Pilandananê ya Îraqê, hejmara şêniyên Îraqê heta sala 2030ê digehe nêzî 51 milyon û 500 hezar kesan.