Serkirdayetîya hevbeş ya YNK û Goranê di civin

Biryar e îro serkirdayetiya Hevpeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bicive û astengên li pêş rêkeftina wan gotbêj bikin.
14.02.2017, Sal - 10:02
Serkirdayetîya hevbeş ya YNK û Goranê  di civin
Nuçe Belav bike

Biryar e îro serkirdayetiya Hevpeş ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goranê bicive û astengên li pêş rêkeftina wan gotbêj bikin.

Li gor medyayên YNKê û Goranê, îro serkirdayetiya Hevbeş ya herdu aliyan li Silêmaniyê bicivin û astangên li pêş rêkeftina di navbera wan gotûbêj bikin. Herwiha derbarê çend pirsên din yên taybet bi Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj dikin.

Li gor zanyariyan , di civîna îro de YNKê rasperde û hizrên dawî yên civîna Polîtbîroya YNKê ya derbarê rêkeftina siyasî bo Goranê aşkere dike.

Ji destpêka vê hefteyê 11 Sibatê Polîtbîroya YNKê bi amadebûna Cîgirê Yekem yê Serkreterê Giştî yê YNKê Kusert Resûl û bê amadebûna Cîgirê Duyem Dr. Berhem Salih li mala Celal Talebanî civiya.

Li gor zanyaran jî YNKê ji bilî guftûgoya pirsgirêkên Navxweyî yên wê partiyê, rêkeftina ligel Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û rêkeftina meha Gulana 2016an ligel Goranê gotûbêj kir.

Di 17 Gulana 2016an de YNKê û Tevgera Goranê rêkeftinek îmze kirin û Serkidayetiya Hebeş ji herdu aliyan damezrandin bo guftûgokirin bi aliyên din re, lê li gor gotinên serkirde û kadroyên Goranê heta niha qonaxa yekem ya wê rêkeftinê cibicî nebûye û YNKê ji ber wê yekê ve tê tumetbarkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1819 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:51:46