Pêvajoya hilbijartina parlamento û serokatiyê destpê kir

Di meha Tîrmehê de Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ferman da Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê da ku roja 1ê Mijdara 2017an de ji bo encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û Serokayetiya Herêma Kurdistanê amadekariyan bike.
10.10.2017, Sal - 13:56
Pêvajoya hilbijartina parlamento û serokatiyê destpê kir
Nuçe Belav bike

Piştî pêkanîna referandûmê vê carê jî çavê hemwelatiyên Herêma Kurdistanê li hilbijartinên Parlemento û Serokatiya Herêma Kurdistanê ye. Piştî diyarkirina dîroka pêkanîna referandûma serxwebûnê roja pêkanîna hilbijartinên parlemento û serokatiya herêmê jî hatibûn diyarkirin.

.Li aliyekî rûdanên piştî pêkanîna referandûmê didomin. Li aliyê din jî partî û firaksiyonên serbixwe serlêdanên hilbijartinên parlementoyê dikin.

Proseya serlêdanan destpê kir. Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih tevî lîsteya xwe ve serî li da. Piştî serlêdana Berhem Salih Heta niha 8 partî û firaksiyonên Tirkmen, Aşûrî, Keldanî û pêkhateyên din serî li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê dane. Jibilî van partiyan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê Berê û Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Berhem Salih tevî lîsteya xwe serî li komîsyonê daye. Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed di derbarê serlêdanên hilbijartina parlemento û serokatiya Herêma Kurdistanê ji Heftenameya Basê re axivî.

“30 partiyan serî li komîsyonê dane”

Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê Hindirên Mihemed li ser hilbijartinên parlementoyê radigihîne ku Heta niha 30 partiyan serlêdanê ji bo hilbijartinên parlementoyê kirine ku piraniya wan partiyên berê ne û wiha dibêje: “Di nav wan partiyan de yên Xirîstiyan û Tirkmen jî hene. Di wan partiyan de çendîn partiyên nû hatine ava kirin jî hene.” Hindirên di derbarê pêkanîna hilbijartinan de jî wiha diaxive: “Em li gor plana xwe tevdigerin. Di navbera partiyan de jî tifaqeke baş heye. Tenê 3 partî hinek pirsgirêk derdixînin. Li aliyê din jî partiyên mezin li hember pêkanîna van hilbijartinan dernakevin. Ji ber vê yekê jî bawer nakim helwesteke li hember pêkanîna hilbijartinan derkeve holê. Em niha ji bo parlementoyê di proseya diyarkirina berendaman de ne.”

“Ji bo herêmên derveyî îdareyê divê yasayeke nû bê amadekirin”

Hindirên Mihemed di dewama axaftina xwe de dibêje komîsyon li gor yasaya heyî tevdigere û li gor wê yasayê herêmên li derveyî Herêma Kurdistanê dimînin beşdarî hilbijartinên parlementoyê nabin. Lê ez dikarim bibêjim ku niyet heye yasaya hilbijartin were guherandin da ku ew gelê ku li derveyî Herêma Kurdistanê dimîne jî beşdarî hilbijartinan bibin.” Mihemed axaftina xwe wiha didomîne: “Referandûma ku ji bo serxwebûna Herêma Kurdistanê hate kirin, li seranserî Başûrê Kurdistanê pêk hat. Lê ev hilbijartin li gor yasaya bijartî wê pêk werin. Lê weke ku min got divê ji bo beşdarbûna deverên Kurdî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê jî tiştek bê kirin. Ji xwe niyeteke wisa jî heye. Amadekariya yasayeke nû tê kirin. Em li gor plana xwe tevdigerin. Wê di 1ê Mijdarê de hilbijartin pêk werin. Lê pirsgirêkeke me heye ku heta niha tu kesî bi awayekî fermî ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê serî li komîsyonê nedaye.”ü

Bendava hilbijartinê di pergala me de nîne”

Serokê Komîsyonê Mihemed diyar dike ku li gor yasaya me ya hilbijartinê bendava hilbijartinê tune ye. Ji bo partî beşdarî parlementoyê bibin tu astengî nîn in û wiha pê de diçe: “Ji bo Xirîstiyan û Tirkmenan kota heye. 5 Kursî ji bo Xirîstiyanan 5 jî ji bo Tirkmenan hene. Ew ji bo wê kotayê dikevin hilbijartinan. Mînak eger ji Tirkmenan partiyek ji sedî 40 deng bistîne 2, ji sedî 80 deng bistîne jî 4 kursiyan bidest dixe.”

“Ji bo serokatiyê tu kesî serî lê nedaye”

Hindirên Mihemed di derbarê hilbijartinên serokatiyê de jî wiha dibêje: “Hilbijartin bêyî namzet nayên kirin. Me li gor yasayan demek diyarkir. Lê ew dem bidawî hat û kesî serî lê nedaye. Yek du kesan serî lê da ew jî piştî ku roja serlêdanan bidawî hat serî lêdan. A niha ji bo Serokatiya Herêma Kurdistanê berendamek jî tune ye. Divê ev çareser bibe, me ji parlementoyê re jî got. Cara yekem e ku wê hilbijartin pêk werin û berendamek jî tune ye. Tiştekî ku em jî bikin tune ye, yasa vekirî dibêje divê beriya hilbijartinan 30 rojan berendam serlêdanên xwe temam bikin. Em bi Meclîsa Şûrayê re şêwirîn û niha li benda bersiva wan in. Em ê binêrin gelo dê ji bo me çi pêşniyaz bikin.”

Li Herêma Kurdistanê hilbijartinên Parlementoyê di sala 2013an de pêk hatibûn. Li gor encamên fermî yên sala 2013an ji 111 kursiyên parlementoyê PDK 38 Gorran 24, YNK 18, Yekgirtu 10, Komeleya Îslamî 6, PSDK 1, Aras 1, Pêkhateyan jî (Tirkmenan 5, Aşûriyan 5 û Ermeniyan jî 1) 11 kursî bidest xistin. Bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî ku Cîgirê Serokê PDKê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hevpeyman hatibû avakirin.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1306 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:02:23