Serok Barzanî: Barzanî: Ji pişt ve xencerek jehrî li me dan

Serok Mesûd Barzanî di peyameke vîdyoyî de, ku Kurdistan24ê weşand, ragihand, tevî ku bi aştiyane biryar li çarenivîsa xwe dide, tê tawanbarkirin. Ev rewşa rastî ya gelê Kurdidstanê ye û careke din diyar bû, ji bilî çiyan ti dostê me nîn e.
29.10.2017, Paz - 18:23
Serok Barzanî: Barzanî: Ji pişt ve xencerek jehrî li me dan
Nuçe Belav bike

Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî di peyameke vîdyoyî de ragihand, di şeva 16ê Cotmehê de xiyaneteke mezin li hember pêşmerge û gelê Kurdistanê hat kirin û got: “Wê şevê ji pişt ve xencereke jehrî li gelê me dan.”

Mesûd Barzanî di peyama xwe de amaje bi êrişên Iraqê bo ser Kurdistanê kir û got, ku Bexdayê referandum kire hincet bo êrişên xwe, eger na wan ji mêj ve niyeteke wisa hebû û plana wê yekê hebûn.

Barzanî got: “Eger referandum jî nehatiba kirin, plana hebû bû êrişkirina ser navçeyên Kurdistanî û têkdana rewşa Herêma Kurdistanê, çimku ferhenga Bexdayê nehatiye guhertin û bawerî bi federaliyê jî nebûye.”

Derbarê bûyerên Kerkûkê de jî Barzanî got: “Xiyaneteke mezin di şeva 15 li ser 16ê Cotmehê hat kirin, ewa ku me ti deman pêşbînî nedikir û nedihate xeyala me jî, ew xiyaneta niştimanî ya mezin bû ku li Kerkûkê hat encamdan, ji pişt ve xencereke jehrî li pêşmerge û hemû xelkê Kurdistanê hat dan.”

Agahî tên nûkirin…

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1577 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:56:23