Serok Barzanî: Dadgeha Federalî saziyek îllegal e!

Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî di derbarê biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya Dadgeha Federalî ya Iraqê de daxuyaniyek belavkir.
21.11.2017, Sal - 09:14
Serok Barzanî: Dadgeha Federalî saziyek îllegal e!
Nuçe Belav bike

Serok Barzanî dibêje ku, piştî pesendkirina destûra Iraqê di sala 2005'an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin lê ji sala 2005an û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e.

Serok Barzanî radigehîne jî, biryara Dadgeha Federalî, biryareke takalî û siyaî ye û deqên destûrî di berjewendiya hin aliyê siyasî de hatiye şîrovekirin.

Ev jî deqa daxuyaniya serok Barzanî ye:

Di her dewleteke federalî de asayî ye dadgeha federalî hebe ji bo çareserkirina wan pirsgirêkên di navbera herêman û navendê de, lê komelek pirsên destûrî û yasayî yên cidî hene derbarê Dadgeha Federalî ya Iraqê de û biryar û helwesta û bêdengbûnên di dema bûrî de.

Derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya nedestûrîbûna referandûma Herêma Kurdistanê, pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê û welatiyên Iraqê û hemû aliyek bizanin, Dadgeha Federalî ya Iraqê berî pesendkirina destûra Iraqê hatiye dirustkirin û divê ji piştî pesendkirina destûra Iraqê di sala 2005an de ew dadgeha niha bihata hilweşandin û dadgeheke li gor peyrewên destûrî ku di madeya (92) ya destûrê de hatiye, bihata damezrandin û yasayek jê der derketiba, heta niha yasay ji bo derneketiye, lê di sala 2005'an de û heta niha ew dadgeh bê ku binemaya destûrî û yasayî jê re hebe di karên xwe de berdewam e. Her wê yekê jî kiriye ku bikeve jêr hejmûna rewşa siyasî û bûyeran û ji rêyên destûrî derkeve û bi dirêjahiya karkirinê dadgeheke siyasî bûye û biryareke wiha nede ku bêalî pê diyar be.

Ev dadgeh di dema karkirina xwe de li hember hemû binpêkirinên destûrî yên hikûmeta Iraqê kirine, bêdengî hilbijartiye. Di biryara nedestûrîbûna referandûmê de jî bi heza siyasetmedaran tev geriye û ti xwendinek ji bo wê deqê nebûye ku di dîbaceya destûra Iraqê de hatiye, ku “Pabendbûn bi vê destûrê, yekgirtina Iraqê ya gel, xak û serweriya wê gerentî dike.” Ew di rewşekê de ye, ku zêdetir ji 55 madeyên destûrî hatine binpêkirin û hikûmeta Iraqê pabendî destûrê nebûye.

Her wiha Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de dibêje, "Ev dadgeh di dema karkirina xwe de li hember hemû binpêkirinên destûrî yên hikûmeta Iraqê kirine, bêdengî hilbijartiye. Di biryara nedestûrîbûna referandûmê de jî bi heza siyasetmedaran tev geriye û ti xwendinek ji bo wê deqê nebûye ku di dîbaceya destûra Iraqê de hatiye, ku "Pabendbûn bi vê destûrê, yekgirtina Iraqê ya gel, xak û serweriya wê gerentî dike." Ew di rewşekê de ye, ku zêdetir ji 55 madeyên destûrî hatine binpêkirin û hikûmeta Iraqê pabendî destûrê nebûye."

Barzanî herwiha destnîşan kir, ti mercekî yasayî yê ku referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ya 25'ê îlona 2017'an ku bi rêjeya 93%ê dengên belê encam daye jî nîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1426 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:39:12